Çalakiyên piştgiriya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK'ê û PAKJ'ê ve hatiye destpêkirin bajarên Wan, Qers, Colemêrg, Amed, Îzmîr, Agirî, Dêrsim, Riha, Stenbolê bi girseyî hatin lidaristin. Di çalakiyan de helwesta hikûmeta AKP'ê hate şermezarkirin û xwestin bi lezgîn daxwazên girtiyan bên bersivandin. Çalakgeran diyar kirin ku, daxwazên girtiyan daxwazen wanin.
WAN
Çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê yên ku 12'ê Îlonê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê Kurd ên demokratîk hate destpêkirin di roja 46'an de berdewam dike. Lê heta niha hikûmetê ji bo daxwaza girtiyan tu gav neavêtiye û bersiv nedaye. Li aliyê din TUYAD-DER'a Wanê jî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya girtiyan li Parka Feqiyê Teyran û Kolana Hunerê start vekirin û belavokên destan belav dikin. Di stantê de navê girtiyên ku li Girtîgeha Tîpa F ya Wanê ketine grevê û pankatên ku daxwaza çalakgeran tîne ziman hatin vekirin.
Li stanta îmzeyan navê girtiyên çalakger Tahîr Umumican, Şeraffettin Demir, Kahraman Muşlu, Abdo Şen, Sedat Îke, Firat Bor, Onder Alp, Îsmet Karak, Ozkan Dogan, Mehmet Cîn, Metin Akkoyunlu, Yavuz Evîn, Erol Cengîz, Yusuf Akin, Abdurrahim Ozek, Adîl Pala, Harun Pala, Saît Ozturk."
AMED
Komeleya Nivîskaran ya Amedê jî bi heman armancê li ber AZC Plaza daxuyani da û piştgiriya xwe anîn ziman. Serokê Komeleya Nivîskaran Şêxmûs Sefer, helwesta hikûmetê û polîtîkayên hikûmetê rexne kir û xwest êdî bi lezgîn daxawzên girtiyan bên bersivandin. Sefer da zanîn ku, tehamula wan êdî ji mirina ciwanan re nemaye û xwest bi lezgîn daxwazên girtiyan bibersivînin.
BDP'Ê ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ PÊK ANÎ
Rêxistina BDP'ê ya Amedê jî bi heman armancê li Kolana Hunerê ji bo rojekê çalakiya rûniştinê pêk anî. Di çalakiyê de Endama Lijneya Koordinasyona KCD'ê û Parlementera BDP'e ya Amedê Emîne Ayna, Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker û gelek kesên din amade bûn. Komê di çalakiye de bê navber sloganên "Bijî Serok Apo", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav " qêriyan. Pişti demekê di navbera polîs û girseyê de niqaş derket girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.
LI KARAZ Û HEZROYÊ ÇALAKÎ
Bi heman armancê li navçeyên Hezro û Karazê jî ji bo 3 rojan çalakiyên birçûnê destpê kir. Çalakiyên birçîbûnê li avahiyên BDP'ê yên Karaz û Hezroyê bi girseyî tên ziyaretkirin.
STENBOL
Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel û endamên Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê piştî greva birçîbûnê ya 3 rojan li ber Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê bi civîna çapemeniyê bi dawî kir. Komê beriya daxuyaniyê bide çapemeniyê pankarta "Bila tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û mafê perwerdeya zimanê zikmakî bê dayîn" vekir. Dîsa dowîz û sloganên ku daxwazên xwe anîn ziman bilind kirin û qêriyan. Berdevka Meclîsa Jinan ya BDP'ê Kibrîye Evren, li ser navê girseyê daxuyanî da û helwesta polîtîkayên hikûmetê şermezar kir. Evren xwest bi lezgîn daxwazên girtiyan bê bersivandin û ji raya gişti xwest ku li hemberî van dawazan her kes dengê xwe bilind bike.
TÊKOŞÎNA ME DÊ BIDOME
Parlementera BDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel jî helwesta polîsan ya li dijî wan şermezar kir û destnîşan kir ku, her çiqas nexwazin dengê wan bibhîzin ji dê dengê xwe bilind bikin û têkoşîna xwe berdewam bikin.
POLÎSAN LI TAXA GAZÎ ÊRÎŞÎ CIWANAN KIR
Meclîsa Sultan Gazî ya Kongreya Demokratîk ya Gelan (HDK) jî bi heman armancê xwest çalakiyê pêk bîne. Nêzî 100 welatiyên ku xwestin çalakiyê pêk bînin rastî êrîşa polîsan hatin. Li bendê ye ku di demjimêr 17'an de daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
DÊRSIM
Rêxistina BDP'ê ya Hozatê jî bi heman armancê li Qada Cumhuriyetê meşek pêk anî. D meşê de rêveberên BDP'ê û nûnerên saziyên sivîl yên civakî amade bûn. Komê li vir daxuyanî da û diyar kir ku, heta daxwazên wan pêk bê dê çalakiyên xwe berdewam bikin.
COLEMÊRG
BDP'a bajêr ya Colemêrgê ji bo piştgiriyê bide greva birçîbûnê bi dorveger 10 rojan greva birçîbûnê da destpêkirin. Greva birçîbûnê ya ji hêla alîkarê hevserokê BDP'ê Hamît Geylanî, emdamê MP ya BDP'ê M. Siddik Akiş, Hasan Guzel û Ulaş Koparan, Serokê BDP'a Colemêrgê Rahmî Kurt, Wekîlê Şaredarê Colemêrgê Bulent Armut, Serokê navçeya Çelê Servet Tunç, Şaredarê Çelê Mehmet Kanar, rêveberên BDP'ê, hilbijêrên bajêr û malbatên girtiyan jî piştgirî dayê. Kesên ku piştgirî dan gerva birçîbûnê bang kirin ku, greva ku 46 roje didome rewşa girtiyan her xirabtir dike û banga xwedîkerketinê kirin.
Alîkarê hevserokê BDP'ê Hamît Geylanî diyar kir ku, kesên ketine greva birçîbûnê xwestekên wanên sereke azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza zimanê dayîkê ye"
RIHA
Li Wêranşara Rihayê jî BDP'a navçeyê desteguleke reş danî ber avahiya AKP'ê. Parlamenterê BDP'yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî û gelek kesên pêre hatin Taxa Kişlayê kesên di greva birçîbûnê de ziyaret kirin. piştî ser lêdanê, gelek hilbijêrên BDP'ê jî di nav de ber bi avahiya AKP'ê ya li ser Cedeya PTT'a kevin meşek li darsxistin. Meşa BDP'iyan bi tilîlî û çepikan rastî eleqeyeke mezin hat. Li ser Cedeya Serêkaniyê polîsan pêşiya girseyê girt û diyar kirin ku, ew destûrê nadin meş pêk were. Piştî gengeşiyê, koma ji 20 kesan pêk dihat desteguleke reş danîn ber avahiya AKP'ê. Li vir parlamenterê BDP'ê Bînîcî axaftinek kir û diyar kir ku divê kesek li dijî çalakiya girtiyan xwe bê deng neke.
Li navçeyên Rihayê yên wekî Sîweregê û Sirûcê jî di avahiyên BDP'ê de çalakiyên birçîbûnê hatin destpêkirin. Dê çalakiyên BDP'iyan bi dorveger berdewam bike.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê jî bi armanca piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya li girtîgehan li Teatraya Nû ya Îzmîrê çalakiya greva birçîbûnê ya rojekê hate destpêkirin. Li ser navê komê Lîstîkvan Orçun Masakçi daxuyanî da û diyar kir ku, lîstîkvanên Taetraya Nû hemû piştgiriyê didin çalakiya girtiyan. Komê dowîzên “Mirinan rawestînin em deng bidin tarîtiyê” û “Bêdeng nemîne nebe tevkarê sûc” Nûnerên saziyên ji Trabzon, Îzmîr, Stenbol, Bartin, Samsûn û Enqere hatin dê tevlî çalakiya rojekê bibin.
QERS
Rêxistina BDP’ê ya Qersê bi jî heman armancê duh dest bi çalakiya birçîbûnê ya 2 rojan kiribû û çalakî berdeweam dike. Di avahiya BDP’ê de pankrata “Ji tecrîdê re na daxwaz bila bên qebûlkirin” hate daliqandin. Parlementera BDP’ê ya Qersê Mulkiye Bîrtane jî tevlî çalakiyê bû.
Endamên Platforma Şaxên KESK’ê ya Qersê jî bi daxuyaniyekî nivîskî banga bihîstiyariyê kir. Di daxuyaniya bi îmzaya Berdevkê Demê Çetîn Koçyîgît hate dayîn de wiha hate gotin:
"Çalakiya girtiyan êdî hatiye asta jiyanê talok dike. Çalakiya ket roja 46’an ji ber tevlî hevbûna rojeva welat nehate rojevê û bi sedan kes ber bi mirinê ve diçin.” Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji sala 1980’an hate niha li girtîgehan 144 girtî di çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dane û wiha hate gotin: "Di sala 2000’an Operasyona Vegera Jiyanê hêj di hêşên mirovan de ne.”
AGIRÎ
Li navçeya Panosê ya Agiriyê ji bi heman armancê li avahiya BDP’ê çalakiya birçîbûnê ya ji 3 rojan hate destpêkirin. Serokê Rêxistina BDP’ê yê Agiriyê Fahrettîn Yildirim, Şaredarê Panosê Yusuf Yilmaz, rêveberên BDP’ê yên Panos û Tutaxê û gelek kesên din tevlî bûn. Şaredarê Panosê Yusuf Yilmaz daxuyanî xwend û dihat kir ku, ew bi armanca piştgiriyê bidin çalakiyên birçîbûnê ya li girtîgehan dest bi çalakiyê dikin û wiha got: “Em piştgiriyê didin daxwazên girtiyan ên şertên Birêz Abdullah Ocalan ên ewlehî, tenduristî û azadiyê pêk bên û mafê perwerdehiya zimanê zikmakî”
LI BAZÎDÊ ÇALAKIYA BIRÇÎBÛNÊ
Li konê ber Şaredariya Bazîdê hate vedan jî bi heman armancê çalakiya greva birçîbûnê dest pê kir. Çalakî dê 2 rojan berdewam bike. Parlementerê Agiriyê Halîl Aksoy, Wekîlê Şaredara Bazîdê Salîh Ersîngun, endamên meclîsa şaredariyê, rêveberên BDP’ê û TUHAY-DER’ê û malbatên girtiyan tevlî çalakiyê dibin.
Rêveberê TUHAY-DER’ê Ahmet Înan diyar kir ku, ew bi armanca di raya giştî de ji bo balê bikşînin ser çalakiya greva birçîbûnê çalakiyê li dar dixin. Parlementerê BDP’ê yê Agiriyê Halîl Aksoy jî wiha got: "Me kurdî rewa kir. Niha girtî ji bo bi kurdî parastinê bikin bedenên xwe ji mirinê re razadin. Hêj jî ji kurdî re dibêjin ‘zimanê nayê zanîn’ Daxwazên hevalên me rewa ne. Em jî dê di nav vê çalakiyê de cih bigirin. Bila hemû kes bizane ku, hêj Kurd ji ber ku mafên xwe diparêzin di girtîgehan de ne. Divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gav bên avêtin. Em şopkerên van daxwazan na perçeyekî vê yekê ne. Em dê bê navber xebatên xwe bidomînin.”