Li 3 bajaran daxwaza azadiya girtiyên nexweş hat kirin
Li bajarên Stenbol, Enqere û Îzmîrê bal hat kişandin li ser giranbûna rewşa Îslam Îverendî, Bulent Mengeş û Devrîm Ayik û daxwaza azadiya girtiyên nexweş hat kirin.
Li bajarên Stenbol, Enqere û Îzmîrê bal hat kişandin li ser giranbûna rewşa Îslam Îverendî, Bulent Mengeş û Devrîm Ayik û daxwaza azadiya girtiyên nexweş hat kirin.
Di daxuyaniyên li Stenbol û Enqereyê têkildarî girtiyên nexweş hatin lidarxistin de, hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan. Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 367’emîn a çalakiya xwe de li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Endamê Komîsyona Girtîgehan ê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Parêzer Omer Farûk Yazmaci rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Îslam Îverendî (25) yê li Girtîgeha Akçadaga Meletiyê ya Tîpa T dimîne, vegot.
Yazmaci, diyar kir ku Îverendi beriya 5 mehan ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê sewqî Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê bû û wiha got: “Dema ku ew li derve bû, di sala 2010'an de bi nexweşiya Hepatît-B’yê ket û ji ber kezeb pirsgirekeke mezin a tenduristiyê jiyaye.” Yazmacî diyar kir ku piştî pêşketina nexweşiya wî emeliyata neqla kezebê hatiye kirin û wiha berdewam kir: “Di şert û mercên girtîgehê de tenduristiya wî dîsa xera bûye. Ji ber neqla kezebê ji sedî 70 astengdar e û rapora ku nikare di girtîgehê de bimîne heye, lê ev rapor jî li ber çav nayê girtin. Li girtîgehê dikare di nava 5-6 mehan de biçe muayeneyên. Sewq nayên kirin. Dema ku ew daxwaza sewqê tê kirin, bersiv pir dereng tê dayîn.”
Yazmaci, bi lêv kir ku Îverendî di nameya ku ji wan re şandî de ragihandiya ferzkirina lêgerîna tazî li wan tê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî qebûl nekiriye rojekê cezayê hucreyê dane wî û diyar dike ku heke ferzkirina lêgerîna tazî berdewam bike ne gengaze ku biçe nexweşxaneyê.”
Yazmaci, bang kir ku Îverendî ji ber nexweşiyên xwe negirtî were darizandin, di şertên guncav de tedawiya were kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê pêwistiya rapora ji aliyê nexweşxaneyê ve hatiye dayîn ku nikare di girtîgehê de bimîne, bi cih were. Divê pêkanînên ferzkirina lêgerîna tazî ku li dijî rûmeta mirovahiyê ye bên bidawîkirin, hemû astengiyên li pêş mafê xwegihandina tenduristiyê divê bê rakirin û mafê jiyanê were parastin.”
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê çalakiya xwe ya “Rûniştina F” a 495’emîn ku balê dikişînin ser rewşa girtiyên nexweş ji ber şewba vîrûsa koronayê bi awayekî online li dar xist. Di vê rûniştinê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Bulent Mengeş ê li Girtîgeha Kirklareliyê ya Tîpa E dimîne. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran daxuyanî xwend.
Onaran, diyar kir ku tedawiya Menteş ê beriya 9 salan hatiye girtin ku ji tiryakê xelas bibe hatibû destpêkirin di nivî de maye. Onaran, bi lêv kir ku pirsgirêkên psikolojik ên Menteş her ku diçe zêde dibin û wiha got: “Ji ber psîkolojiya wî xerabeye û bi awayekî ne rewa tevdigere cezayê dîsîplînê jê re tê dayîn û ji aliyê girtiyên din û peywîrdarên girtîgehê ve rastî zext û tundiyê tê.”
Onaran, xwest ku şopandina tedawiya Menteş were kirin û wiha axivî: “Divê zext û tundiya girtî û personêlê girtîgehê li Menteş dike demildest bi dawî bibe. Derbarê van kesan de lêpirsîn were destpêkirin. Em weke parazvanên mafên mirovan dixwazin ku hemû astengiyên li pêş mafên tenduristî û tedawiyê bên rakirin û ji bo mafê tenduristî û jiyanê were parastin hemû rayedaran vedixwînin peywîrê û rayagiştî jî vedixwînin hestiyariyê.”
Hulya Ayik, dayika girtiyê nexweş Devrîm Ayik derbarê tenduristiya lawê xwe de agahî da ÎHD’ê û daxwaza berdanê kir û got ew ji jiyana kurê xwe bi fikar e.
ÎZMÎR
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Îzmîrê têkildarî rewşa tenduristiya rojnamevan Devrîm Ayik ku li Girtîgeha Eskîşehîrê ya Tîpa H dimîne, li ber Sumerbanka Berê ya Konakê daxuyanî da. Rêveberê İHD'ê yê Îzmîrê Ahmek Çîçek diyar kir ku Devrîm Ayik ji ber nexweşiyên xwe di navbera salên 2017-2021'an de 4 caran hatiye berdan û hatiye girtin.
Çîçek diyar kir ku Ayik di girtina xwe ya ewil a sala 2017’an de nexweşiya wî ya kronê ya giran (iltîhaba rûviyan) hebû û beriya ew bê girtin beşek ji roviya wî jê kiribûn. Çîçek got nxweşiya wî nîvco maye û nayê dermankirin. Çîçek destnîşan kir ku Hulya Ayik, dayika girtiyê nexweş Devrîm Ayik derbarê tenduristiya lawê xwe de agahî daye wan û dayika wî daxwaza berdana lawê xwe dike û gotiye ew ji jiyana kurê xwe bi fikar e û naxwaze cenazeyê lawê wê ji girtîgehê derkeve. Çîçek anî ziman ku ew daxwaz dikin ku Devrîm Ayik demildest were berdan.