Serşêwirmendê Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan û Parlementerê AKP'ê yê Enqereyê Yalçin Akdogan, anî ziman ku li ser TSK’ê piştî Hantepe û Gediktepeyê zextên mezin çêbûne û pêkane ku di bûyera Roboskiyê de di bin vê bandor û derûniyêde biryara şaş hatibe dayîn. Akdogan, da zanin ku hikûmet leşkeriyê naparêze tenê li dijî lînçkirina leşkeriyê ye.
Serşêwirmendê Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan û Parlementerê AKP'ê yê Enereyê Yalçin Akdogan, derbarê geşedanên dawî de daxuyanî da Rojnameya Vatanê. Akdogan, anî ziman ku, li ser TSK’ê piştî Hantepe û Gediktepeyê zextên mezin çêbûne û pêkane ku di bûyera Roboskiyê de di bin vê bandor û derûniyê de biryara şaş daye. Akdogan, da zanîn ku ger AKP û Serokwezîr Erdogan bi paşve gavan bavêje dê krîz derkeve û wiha got: "Der barê Roboskiyê de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpekirin. Li ser TSK’ê pişti êrîşên li Hantepe Gediktepeyê tundiyek mezin a derûnî çêbûye. Dibe ku bûyera Roboskî encama vê derûniyê be.
ŞÊWIRMENDÊ ERDOGAN JÎ BDP KIR HEDEFA XWE
Akdogan, wekî hemû parlementer û wezîrên AKP'ê leşkerî parast û BDP kir hedefa xwe. Akdogan, li ser êrîşên derûnî yên li dijî leşkeriyê rawestiya û da zanîn ku ev êrîş dê polîs û leşkeran bê moral bikin û wiha got: "PKK dixwaze bi vê bûyerê zextên li ser leşkeriyê zêde bike. BDP jî bi feraseta "Dewleta dijmin" nêzîk dibe û hestê nefretê pêş dixe."
Akdogan, parast ku BDP têgeha kurd wekî ferasetek randê digire dest û bi vê yekê xizmetê ji armanc û hedefa PKK'ê re dike. Akdogan, bêyî ku 7 hezar siyasetmedarên kurd ên ji doza “KCK”ê hatine girtin, êrîşên li dijî BDP'ê berdewam kir û wiha got: "BDP vîna gel pêşkêşî PKK’ê dike. BDP li dijî hemû pêşniyarên hikûmetê derdikeve. BDP Ocalan ji xwe re dike navnîşan. Ji rêxistinê re xizmetê dike. Serokê komê Apo weki rêber îlan dike.
Akdogan, parast ku heta niha her tim di navbera partiyan de hevdîtin pêk hatine.