Piştî topbarana Taxa Eşrefiye ku di encamê de 15 kesan jiyana xwe ji dest da, leşkerên rejîma Suriyeyê vê carê jî wesayitek taybet gulebaran kir. Di encama gulebaranê de kesek mir, 2 jê zarok 3 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, li bajarê Helebê wesayitek taybet ku ji heman malbatê 8 kes tê de hebûn, dema di saetên êvarê de ji Taxa Eşrefiyê diçû gundê Kefil Deîl, di navbera taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsut Xerbî de ji aliyê leşkerên li qoteya kontrolê ve hate gulebarankirinl Di encama gulebaranê de, jineke bi navê Semer Bakîr a dayîka 2 zarokan jiyana xwe ji dest da, 2 zarok û jinekê jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku Semer Bakir a rakirin Nexweşxaneya Henan 3 gule ji serê xwe xwarine.