Kovara Frensî Le Point diyar kir ku Serokwezîrê tirk Recep Tayyip Erdogan bi nîqaşên îdamê ku aniye rojevê tenê yek kesî dike hedef û diyar kir ku bi vê jî dixwaze PKK’ê bitirsîne.
Di nûçeya bi îmzeya Antoine Grenapîn ya bi ser navê ‘Çima Tirkiye dixwaze îdamê bîne?’ de da zanîn ku hedefa yekemîn ev e serhildêrên kurd yên PKK’ê bitirsîne.
Kovarê der barê cezayê darvekirinê de wiha got: “Ev şert û mercên ketina yekitiya Ewropayê ya Tirkiyeyê bû. Divê Enqereyê dest ji darvekirinê berdaba. Qanûn di 2002’an de hat erêkirin. Piştî AKP hat desthilatdariyê û şûnde di 2004’an de di meriyetê de ye.”
Kovarê gotinên Erdogan yên der barê darvekirinê de bi bîr xist ku Erdogan 21 sal cezayê li Brevîk yê Norwecî hatiye birîn ‘pir kêm’ dîtiye û wiha got: “Li gorî Erdogan piraniya Tikriyeyê cezayê darvekirinê dixwaze. Lê li gorî analîstan tenê kesek di hedefê de ye û ew jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e.”
Di nûçeyê de bal kişandin ser pevçûnan û daxwazên gelê kurd û hate diyarkirin ku bi hezaran girtiyên kurd ji 12’ê îlonê de di greva birçîbûnê de ne.