Le Monde: 'Modeleya Tirkiyeyê’ hatiya dawiya rê
Le Monde: 'Modeleya Tirkiyeyê’ hatiya dawiya rê
Le Monde: 'Modeleya Tirkiyeyê’ hatiya dawiya rê
Rojnameya Fransî Le Monde, diyar kir ku ‘Modela tirk’ ya ku bi îtifaqa îdeolojîk ya AKP’ê û Fetullah gulen hatiye avakirin, hatiya dawiya rê. Rojnameyê balkişand ser têkiliyên di navbera Washîngton û Enqereyê û got li Tirkiyeyê hewayeke dawiya desthilatdariyê heye.
Le Monde got: “Bû xeyala gelek welatên Ereb û di demeke dirêj Rojavayiyî rehet kir. Ev ne modela Îran, ne jî ya Suudî bû. Ev Modela Tirk îtîfaqafa demokrasiyê ya kapîtalîzmê re bû.
Rojnameyê got ev model bi rehberiya partiyeke nêzî DYA’ê û îslama muhafazakar pêk hat û got: “riya modernîteya cîhana musliman-ereb temsîl dikir.”
PARÇEBÛNEKE KUR
Rojnameyê di berdewamiyê de wih agot: “Bê guman divê ev hema wisa zû nehê çalkirin. Lê modela Tirk ji havînê de heye qels bûye. Ev çend roje jî diheje. Ji serê meha havînê de li dijî otorîteriya Erdogan serhildan pêk hatin û di 17’ê Adarê de jî skandaleke ku li navenda dewletê xist pêk hat.
Erdoganê ku ji aliyê hinek partîzanan ve îstîfa lê hat fezkirin, di kabîneya xwe de guherînên mezin kir. Lê ev şer parçebûneke kur nîşan dide.
DAWIYA RÊ
Rojnameyê di dawiya nûçeya xwe de wiha got: “Di zemîna parçebûna navenda pergalê de, hewaya dawî ya desthilatdariyê li welat pêk hatiye û têkiliyên wan yên mezin yên bi Amerîkayê re xera bûne hene. Modela Tirk her ku diçe berbi dawiya pêşbirkê tê.”