Lavrov: Girînge Kurd di Cenevre-2 de cih bigirin

Lavrov: Girînge Kurd di Cenevre-2 de cih bigirin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov destnîşan kir ku divê Desteya Bilind a Kurd û Desteya Hemahengiya Niştimanî ya Rûsyayê jî beşdarî Cenevre ya 2. bibin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyanî da televîzyona RE ya li Rûsyayê weşanê dike û diyar kir ku mûxalefeta Sûriyê ji çend kesên li derve dijîn pêk nayê û destnîşan kir ku divê Kurd jî beşdarî Cenevreya Duyemîn bibin.

Wezîrê Karên Derve Lavrov anî ziman ku hewceye civîna Cenevreyê di destpêka Mijdarê de bicive û hikûmeta Sûriye amade ye beşdarî Cenevre-2 bibe.

Lavrov ragihand ku gelek alî hewl didin civîna Cenevre-2 sabote bikin û diyar kir ku hin derdor ji mûxalefeta Sûriyê re dibêjin, "hûn çûyîna Esad a ji desthilatdariyê weke şert destnîşan bikin, eger ev were redkirin, ewê dest lê werdin."

Lavrov hişyarî da ku destwerdaneke leşkerî dê encamê bi xwe re nîne û rewşa li Sûriyê xerabtir bike û ji bo vê jî mînakên Iraq, Lîbya û Efganîstanê da.

Lavrov anî ziman ku Wezîrê Karên Derve yê DYE John Kerry dê mûxalefeta Sûriyê ji bo beşdariya li konferansa Cenevreyê qanih bike.

Lavrov der barê beşdariya Kurdan de jî wiha peyivî: "Girînge mûxalefeta li derveyî mûxalefeta Sûriyê jî beşdar bibe. Di nava van de ya herî girîng Kurd in. Kurd jî dixwzin di vê civînê de berjewendiyên xwe temsîl bikin. Dixwazin di nava sînorên Sûriyê de bimînin û di hevdîtinan de sînorên xweseriya xwe nîqaş bikin. Ji bilî vê, divê li ser beşdariyên din jî nîqaş werin kirin."