Latîfecî yê DEP'î li ser gorna xwe hate bibîranîn

Mehmet Latîfecî ê DEP'î ku dema Seroktiya Navçeya Samandagê dikir bi bavê xwe re hatî şehîdkirin li ser gorna xwe hate bibîranîn.

Mehmet Latîfecî yê DEP'î ku dema Seroktiya Navçeya Samandagê dikir li gel bavê xwe Yahya Latîfecî sala 1995'an bi kemînekê hatî şehîdkirin, di salvegera 27'an a şehîdbûnê de li ser gorna xwe hate bibîranîn. 

Ji HDP'ê (Partiya Demokratîk a Gelan) , SYKP(Partiya Vesazkirina Nû ya Sosyalîst) , Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Karker a Tirkiyê (TÎP), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Şûbeya Hatayê rêveber, Wekîla HDP'ê Tulay Hatîmoglullari û hevalên têkoşînê yê Latîfece jî tevlî bernameya bîranînê bûn. 

Hatîmogullari diyar kir ji ber ku Latîfecî bi nasnameya xwe ya sosyalîst û ji ber ku hewl dida biryarên tevgera ku endamê wê bû di nav şerê azadiya gelê Kurd de bi cih bîne hatiye şehîdkirin. Hatîmogullari got,''Çi kesê ku Latîfecî nas dike, xweş pê dizane daxwaza herî sereke ya Mehmet Latîfecî ew bû ku her kes bi makezimanê xwe biaxive.''