Parlamenterê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu bersiv da Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan ku komkujiya Roboskê wekî ‘xetayê’ bi nav kiribû û wiha got: “Dîmen zelal in. Ne xeta ye. Bi zanebûn ev komkujî hatiye kirin.”
Di ser komkujiya Robosê de 5 meh derbas bûn. Ji bo kujer bên dîtin tu hewldan tune ne. Tayyîp Erdogan der barê mijarê de wiha gotibû: “Li Qilabanê xetayeke ku em hemû xemgîn bûn hate kirin. Bûyer ligel ku li derveyî sînorê me hatiye kirin, ligel kul i herêma terorîstan bûn, ligel ku karekî ne kanûnî dikirin, çi ji destê dewletê tê dikin.”
Parlamenter Ertugrul Kurkçu ku endamên komîsyona Qilabanê ye jî ji rojnameya Ozgur Gundemê re axivî û wiha got: “Ev ne xeta ye. Ev komujî bi zanebûn hatiye kirin. Min dîmen temaşe kir. dîmen wehşeteke mezin e. Me 7 saetên dawî yên 34 sivîlan temaşe kir. Bi taybetî dema êrîşê, me bi baldarî temaşe kir. Dîmenên kameraya termal ji kameraya optîk cudatr in, li hemberî germahiyê hesastire û bi vê pergalên dîmen dide. Ev jî tê vê wateyê ku tiştên germ reş xuya dikin û yên sar jî spî xuya dikin. Ji ber vê tiştên reş yên ku di nava liv tevgerêde ne diyar e ku ev çi ne. Ev tiştên reş sivîl û sewalên wan in. Ev ji aliyê komîsyonê ve wisa hat dîtin.”
XUYAYE KU SIVÎL IN Û BÊ ÇEK IN
Kurkçu wiha pê de çû: “Pir bi aşkereyî xuyaye kuli ser tiştên reş yên spî hene û evan e jî bîdonên mazotê ne. Tiştên ku bişibin çekan jî qet tune bû. Ji ber vê jî dema mirov dinêrin pir aşkere xuyaye ku ev kom bê çek in û bi sewalên mazotê dikişînin. Diyare ku ev kom ne koma HPG’ê ye. Koma yekemîn ( ku li çar koman hatibûn veqetandin) beriya ku êrîş pêk were dengê balafiran dibihîzin û nêzî hev dibin. Ev jî tespîta herî mezine ku ev kom ne HPG’yî ne. Dema ku HPG’yî dengê balafirê bibîhizin ji hev vediqetin. Lê ev li hev civiyane. Koma ku ewil bombebaran dibe ya duyemîn jî tên gel hev. Yanî pir diyare ku ev mirov tu pewerdeeya wan a leşkerî tune. Dema koma yekemîn tê bombebarankirin, ji tevgera wan mirov fêm dikin ku ev kafîleya sivîlane. Lê ji ber ku carekî dest pêkirin, tercîha wan ew bû ku hemûyan biqedînin. “
AGAHÎ JI KOMÎSYONÊ TÊ VEŞARTIN
Kurkçu destnîşan kir ku ji berk u komîsyon komîsyone lêkolînê ye xwediyê rayeyên bi sînore û wiha got: “Bi biryara veşarî ya Dozgeriya Cezayê Giran a Rayeya Taybet a Amedê ev peywira me zêdetir hate sînorkirin. Agahiyên tên komîsyonê kêmin. Rapora TSK tu agahî tê de nîne. Ligel vê me hîn kir mufetîşên mulkiyeyê yê wezareta karê hundir lêpirsîna hundirîn kriye û ji ber biryara veşarî ev rapor nedan me. Tenê hate xwendin. “
ENDAMÊN AKP’YÎ DI BIN ZEXTAN DE NE
Kurkçu da zanîn ku endamên AKP’î di bin zextan de ne û wiha got: “Demekê li komîsyonê jî ku rojnameyên Yenîşafat, Zaman û AKîtê jî gotibû ‘di esasê hêzek din hebû’, ‘li artêşê tertîp hate avakirin’ belav bû. lê serokwezîr ev îhtîmal qebûl nekir. Ji ber vêjî endamên AKP’ê niha di zorê de ne.”
Kurkçu balkişand ser xwedîderketina Bahçelî a li Şahîn û got êdî çavderiya Şahîn û Erdogan a li çareseriya pirsgirêka kurd bi Bahçelî re heman tişt e.