Kurdên li Ûkraynayê dijîn, li Navenda Çandê ya Nasyonalnî ya li bjaarê Odessayê konferansa xwe pêk anîn.
Konferans bi beşdariya nêzî 50 delegeyan hat lidarxistin. Delegeyên ji bajarên Odessa, paytext Kîev, Xerson, Xarkovê hatin beşdarî konferansê bûn.
Seroka Kêmarên li Ûkraynayê Olga Îvanova weke mêvan beşdar bû û axaftina vekirinê kir. Bal kişand ser pirsgirêkên dîasporaya Kurdan a li Ûkraynayê û got ku dewlet ji bo perwerdehiya Kurdî sertîfîka dide. Îvanova belgeya teqdîrê da Serokê Komeleya Kurdan a Medyayê Georgi Gasanova.
Di konferansa Kurdan de pirsgirêkên Kurdan ên li vî welatî hatin gotûbêjkirin. Piştre jî ji bo civaka Kurdan a li Ûkraynayê civatekek ji 10 kesan hat hilbijartin û komîteyên beşên cûda hatin diyarkirin.
Piraniya wan li paytext Kîevê, nêzî 3 hezar Kurdên êzidî li Ûkraynayê dijîn. Piraniya wan ji welatên Kafkasyayê koçberê wê derê bûne.
Her wiha, di dema şahiya ji bo damezrandina Ûkraynayê ya li paytext Kîevê hat lidarxistin de stadên Kurdan hatin vekirin û kincên neteweyî yên Kurdan hatin nîşandan. Hunermendên Kurd jî stranên Kurdî gotin.