Kuba: Metamorfoz
Kuba: Metamorfoz
Kuba: Metamorfoz
Ezman mizginiya rojek nû dide, muhtemel eve ku dê ev roj rojek şîn, germ û bi roj be... Li vî welatî roj zû şiyar dibe. Jin û mêr ên ku hêj şiyar nebûne li rawestgehan sekinîne. Firoşkarên kahweyê jî ji saetên herî qelebalix fêdeyê digirin. Ev vexwarineke ku ji bo roj xweş derbas be û zîhn paqij bike gelek bi fêde ye.
Polîsên motorîze yên wek ‘hespên biçûk’ tên binavkirin li kawşaxan sekinîne, dest bi birîna cezayan kirine jî. Bajar her ku diçe bi wesayît û mirovan tije dibe.Kuba bi awayekî azad, kolanên wê bi kesên unîformayên rengîn, ciwan, jin, zarok û mêr tije dibe. Bibîrxistineke pratîk:Ligel kêmasiyên perwerdehiyê bê pereye û gerduniye.
Kê gotiye 20 sal ne tu tiştek e?
Rojek nû destpê kir. Sala 1993’an ku dema herî xerab ya Demên Taybet, dibe ku referanseke baş ya ku guherîn û şoreşga ku Kubayê ji wê rojê heta îro aniye, be. Trafîk û wesayîtên veguhestina komî hema hema ji holê rabûne û cihê xwe dane bisîkletan. Girtina hinek tiştan hema hema bê derfet bû, xurek jî bi baldarÎ dihat belavkirin. 20 sal şûnde, yanî îro dîmen bi giştî cuda ne. Gelek wesayîtên nû, kamyon, otobus, riyan tije dike. Wesayîtên Amerîkan balê dikişînin. Piraniya van wsayîtan, rêwiyan bi 10-20 pesoyan dibin guzergahên wan. Li bajarên mezin bisîklet pir kêm tên bikaranîn. Li bajarên biçûk zêdetir tên bikaranîn. Dîsa bi heman awayî wesayîtên hespan jî wek teqsiyên erzan tên bikaranîn.
Fîloya wesayîta qat bi qat mezin bûye. Trafîk di saetên qelebalix de, bi qadên stratejîk giran û zêde dibe.
Ligel evqas kêmasiyan, wesayîtên veguhestina komî roj bi roj zêde dibin.
Vîtrîna dema Kubaya nû, kolan
Goşeyên kolanan, têketina deriyan, riyên erebeyan û gelek qadên ku ji gel re vekirîne veguheriye cihên firoşkarî û dukanan.
Li kolanan gelek hilberîn û cureyên xizmetê hene. Pîzayên populer, her cureyê aperatîfan, xwarinên zivik tên firotin.
Ev cihên firoşkariyê piraniya wan her cureyê amûran yên wekê cil û berg, pêlavan ji gel re pêşkêş dikin û yên dijî piraniya wan di bazirganiya telefonên berikê de tamîrat û xizmetên lênerînê dikin. Li hinek cihên din jî ji bo kesên nêzî pratîka ola kola Efrîkayê ye, amûrên olî tên firotin. Cihên girêdayê dewletê piraniya wan ji bo xebatkarên şexsî didin kirê, kom dibin wek fuarên firoşkariyê, ev jî derfetê dide ku avahiyên aydên dewletê ne ji bo kesên şexsî didin kirayê.
Li paytextên Eyalet an jî Havana-Varadero turîzm zêdeye an jî faliyetên aborî xwedî girîngiyeke mezinin. Li cihên wisa her ku diçe restorantên taybet vedibin, nûbûnên li van qadan, hinek jî kafe û barên taybet vedikin.
Lîsteya xizmetên ku karkeriyên taybet pêşkêş dike, ji bo gelek hewcedariyan têr dike. Li cihên ku gavek berê behsa wan dihat kirin, salonên jîmnastîkê, kuafor, navendên xweşikahiyê, berber, marangoz û hosteyên dîwar an jî tesîsatvanên sihhî jî cih digirin.
Naqokiyên jiyana rojane
Aboriya Kubayê hêj di bin tasarufa dewletê de ye û ev rewş bi awayekî zelal bandorê li ser 4 mîlyon mirovên ku dewletê kar danê. Hem di sektora taybet û hem jî di kooperatîf de şeklê nû yên hilberîn û mulkiyetê derket ser îstîhdama mîlyonek kesî û rastiya tevlibûna aboriya Kubayê tîne rewşeke daneya zivik.
Ev rastiyên nû tên hesibandin di civakeke ku ev 10 sale dibêje ev wekhevim, bi hezaran naqokiyan ava dike.
Di hatina kesên girêdayê aboriya nû ne, bi rêjeyeke mezin bilindbûnek hebe jî, di navbera van kesan de cudabûne kirin hewceye, ji ber ku hejmara hewldanên nû gelek biçûke.
Moneda Nacional û CUC, pesoya Kubayê , di tedavula hatin û buhayan de cudahiyan pêk tîne û ji newekheviya civakî naqokiya siyasî sazîbûna kevneşopiya rojane derdixe holê. Raul Castro di demên dawî de her çiqas bêje dê Moneda naîonal ji holê bê rakirin jî ev ne pêvajoyeke hêsane.
Maaşên dewletê kêm dimîne
Di vî alî de gelek mînakên ku bê nîşandan hene. Mînak ajokarekî teqsiya taybet ji kesekî profesyonel zêdetir maaşê digire. Serdaneke bo marketeke çandiniyê, dikare bibe sedema maşa gelek kesî.
Ev rastî, mîna nelirêtiyê rê li ber fenomenên sosyal ên her diçe xetere dibe vedike. Pirsgirêka xwedîkirinê ji bo gelek kesan têkoşîneke rojane ye û welatiyê herî bi sebir jî diperitîne.
Hatineyên mirovên temendirêj ku çaryeka nifûsa welêt e, bi tenê heqdestên teqawîtiyê ye.
Karneya xwarinê ya bi navê "lîbreta" ku hikûmet ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe xwedîkirinê yên mirovan bi belaşî belav dike, hînê ji bo beşeke girîng a nifûsê, pêwistiyeke.
Firotin, kirîn û ger
Hin ji tedbîrên nû bûn xwedî bandoreke civakî. Derfeta kirîna mal û wesayîtan bi belaşî, gelek kes veguherand mirovên "xwedî" yan jî mirovên ji bo vê dixebitin. Bi awayekî kevneşop malên xwe ji bo tûrîstan kirê dikin yan jî difiroşin, yan jî bi armanca avakirina kar cihên xwe kirê dike.
Buhayê xaniyan bêguman li gorî cihê lê dimîne, rewşa çêkirinê û rewşa xwe gihandina xizmetên bingehîn diguherin. Îlanên berê yên "pevguhertinê" cihê xwe dide îlanên "firotinê". Der barê bacê de kes emîn nîne. Kira avahiyeke civakî ya ji rêzê ji 10,000 cûc (nêzî 7000 Euro) heta 150,000 cûc diguhere. Di her halî de gava kirê bi ekonomiya rojane re were berberîhev, gelekî zêde ye. Li welatekî ku lê kêmasiya avahiyan heye, bûyîna xwedî xaniyekî hesretek e.
Her çend zehmet be bê fêmkirin jî, wesayîtên ji destê dudiyan tên kirîn buhayê wan di navbera 10,000 û 20,000 de diguherin. Hebûna wesayîtekê weke nîşaneya statu û çavkaniyeke hatineyê tê dîtin.
Bi polîtîkaya koçberiyê ya dema dawî re Kubayî kengî bixwazin dikarin ji welatê xwe derkevin û kengî bixwazin dikarin vegerin.
Niha kî bixwaze dikare derkeve derveyî welat, lê belê pirsgirêk ew e ku 'biçe ku derê': Bi gotineke din, kiyê vîze bide Kubayiyan? Di vê rewşê de ji bo kesên bixwazin derkevin derve, hemwelatî, zewac, yekbûna malbatê yan jî peymanên kar, rêyên çareseriyê dixuye.
Pêvajoyeke metamorfoz, encama xwe nebe jî
Herçend li gorî razandinên dewletê yên stratejîk û piralî (nîkel, petrol, bender, tûrîzm...) hêviyek ji bo pêşeroja civakî-aborî were xuyakirin jî, di navbera pêşeroja-makro û rojaneya-mîkro de valahiyek ji nakokî û cudahiyan heye.