KRXHE: Qeyûm li dijî hiqûqa navnetewî ye
Kongreya Rêveberiya Xwecih û Herêmî ya Ewropayê aşkere kir desteserkirina şaredariyên HDP'ê dijî hiqûqa navnetewî ye.
Kongreya Rêveberiya Xwecih û Herêmî ya Ewropayê aşkere kir desteserkirina şaredariyên HDP'ê dijî hiqûqa navnetewî ye.
Di Kongreya Rêveberiya Xwecih û Herêmî ya Ewropayê de ku îro hatî qebûlkirin desteserkirina peywirên hevserokên HDP'ê û li şûna wan danîna qeyûman a bi destê HDP'ê û girtina hevserokan dijî hiqûqa navnetewî hate diyarkirin.
Di wê beşê ku HDP'ê veguhaztî wiha hate gotin:
''Herî dawî di hilbijartina dawî de namzetên muxalefetê yên li Tirkiyê, piştî ku di hilbijartinê de bi ser ketin, li ser mijara ku peywira xwe bi cih bînin gef li wan hate xwarin an jî hin zor û zehmetî derketin pêşberî wan.
Ji pêncihî zêdetir deveran ku piranî yên partiya muxalîf HDP'ê ne, yên li başûrê rojhilêt ê welêt, bi dehan şaredarên xwecih ên ku hatin hilbijartin, endamên meclîsan, piştî hilbijartinê, bi sedema tawanbarkirina têkilî terorê hatine darizandin, li şûna wan namzetên partiya ku di hilbijartina xwecih de di rêza duyan de bû û qeymeqam ji hêla rayedarên navendî ve weke qeyûm hatin diyarkirin, li Tirkiyê piştî hilbijartina xwecih a 2019'an rewş hê kambaxtir bû. Ev rewş ji hêla Kongre, Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê û Komîsyona Venedîkê ve ku biryar dayî ev bipêkirina hiqûqa navnetewî ye, gelek caran hate rexnekirin.
Kongre bang li rayedarên Tirk dike pênaseya terorîzmê ya di mewzûata têkoşîna dijî terorê de bereng bike, bi rengê ku li bara mafê mirovan û nirxên demokrasiyê hurmetdar be, biguherîne.
Kongre her wiha bang li rayedarên Tirk dike ku ji bo namzetên ku hatine qebûlkirin tevlî hilbijartinê bibin û di hilbijartinê de bi ser ketine bi çalakî ji vî mafê xwe sûd werbigirin tişta hewce bike.''