Kredî li ser 6800 fîrmayên Elman ên li Tirkiyeyê hate birrîn!

Niha li Tirkiyeyê 6800 şîrketên Elman hene. Tenê li Daîmlerê 6 hezar kes dixebitin. Şîrketa Sîemensê jî ku ji sala 1856'an û vir ve li Tirkiyeyê aktîf e, bi giştî 3 hezar xebatkarên xwe hene.

Bandora li ser aboriya Tirkiyeyê ya danekirinên Elmanyayê li hemberî rejîma Erdogan eşkere kir, tê meraqkirin. Yek ji pirsên herî zêde derdikeve pêş ew e, ku 6800 fîrmayên Elman ên li Tirkiyeyê wê ji niha û pê ve çawa bixebitin? Ji ber ku hikumet wê êdî ji van fîrmayan re nebe garantorê krediyê.

Piştî ku aktîvîstê mafên mirovan ê Elman Peter Steûdtner li Tirkiyeyê hate girtin, hikumeta Merkel eşkere kir ku wê hin danekirinan li ser rejîma Erdogan ferz bikin. Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel ev danekirin eşkere kir. Di bingeha van danekirinan de 'zexta aboriyê' ya li rejîma Erdogan heye.

Gabrîel diyar kiribû, ew ê ji niha û pê ve garantiya krediyê nedin şîrketên ku dixwazin ji niha û pêve li Tirkiyeyê razemeniyê bikin û gotibû, "Li welatekî ku garantiya hiqûqî nîne, em pêşniyarê li kesî nakin ku razemeniyê bikin."

Baş e, gelo ev gotin wê bandoreke çawa li têkiliyên aboriyê yên navbera Elmanya û Tirkiyeyê bike. Li gorî texmînên odeya pîşesaziyê ya Elman, eger hikumeta Merkel danekirinan bixe meriyetê wê îxracat 10 ji sedî kêm bibe.

Berpirsyarê Bazirganiya Derve ya Yekîtiya Odeyên Bazirganî û Pîşesaziyê ya Elman Volker Treîer ji radyoya "Deûtschlandfûnk" re axivî û got, "Di rewşeke bi vî rengî de zehmet e ku mirov bêjin wê şîrketên Elman li Tirkiyeyê razemeniyê bike. Di nava şîrketên Elman de yên li Tirkiyeyê, bêbawerî derketiye asta herî bilind."

Kapasîteya têkiliyên aboriyê yên Elmanyayê bi Tirkiyeyê re, dişibînin asta bazirganiya Elmanyayê bi Swêd, Danîmarka û Japonyayê re. Tirkiyeyê di sala bihurî de bi buhayê 15 mîlyar Euroyî mal firot Elmanyayê. Bi buhayê 22 mîlyar Euroyî jî jê kirî.

HIKUMET DI NAVA 2 SALAN DE JI 3 MÎLYAR EUROYÎ RE BÛ GARANTOR!

Niha li Tirkiyeyê 6800 şîrketên Elman hene. Tenê li Daîmlerê 6 hezar kes dixebitin. Şîrketa Sîemensê jî ku ji sala 1856'an û vir ve li Tirkiyeyê aktîf e, bi giştî 3 hezar xebatkarên xwe hene. Gabrîel bi gotina "Em ê nebin garantorê krediyan" bal kişandibû ser krediyên ku ev fîrmayên navborî bi garantoriya hikumetê digirin.

Hikumeta Merkel, ji bo şîrketên Elman karibin li Tirkiyeyê kar bikin sala 2015'an ji krediya 2,1 mîlyar Euroyî û sala 2016'an jî ji 1 mîlyar Euroyî re bûbû garantor. Di şeş mehên destpêkê yên sala 2017'an de jî ji 680 mîlyon Euroyî re bû garantor.

Dihate payin ku fîrmayên Elman ên li Tirkiyeyê aktîf in, bên zêdekirin. Bi taybetî fîrmayên "Deûtsche Post" û "Volkswagen". Her du şîrketên mezin ên Elman, plan dikirin ku bi garantoriya hikumetê li Tirkiyeyê razemeniyê bikin.

Wezîra Aboriyê Brîgîtte Zyprîes jî got, "Êdî gelekî zehmet e ku mirov li Tirkiyeyê razemeniyê bikin."