Kovara Yûrtsever Genç Kadin dest bi weşanê kir
Kovara Yûrtsever Genç Kadin a ku ji ber astengkirin û zextan dernediket, dîsa dest bi weşanê kir.
Kovara Yûrtsever Genç Kadin a ku ji ber astengkirin û zextan dernediket, dîsa dest bi weşanê kir.
Kovara Yûrtsever Genç Kadin diyar kir demeke dirêj e wan ji ber astengkirin û zextan nekarî hejmara nû derxînin û wê ji niha û şûnde li ser înternetê weşana xwe bidomîne.
Kovar wê du mehan carekê bi slogana ‘Her ciha ku jin lê ne, ew der çavkaniya jiyanê ye’ derkeve. Hejmara nû bi sernavê ‘Bi rihê jinên ciwan hesap bipirse ji komplogeran’ hate weşandin.
Di vê hejmarê de nivîsên bi sernavê ‘Perspektîfên Rêber Apo’, ‘Perspektîfa jinên ciwan’, ‘Diyaloga bi şehîdan’, ‘Ji pênûsa gerîlayan’, ‘Jinên berxwedêr’, ‘Şerê gel ê şoreşgerî’ û ‘Beşa çand û hunerê’ hatin weşandin.
Hejmara nû ya kovarê li ser vê lînkê ye