Koordînasyona Krîzê ya Hatayê: Em ê bajarê xwe ji nû ve ava bikin, hesab bipirsin!

Koordînasyona Krîzê ku ji bo gelê Hatayê seferberî ragihand, diyar kir ku wê bajarê xwe ji nû ve ava bikin û hesab ji berpirsyarê felaketa ji ber erdhejê bipirsin.

Yek ji bajarên ku erdhejê bandoreke giran lê kir, Hatay e. Partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên demokratîk, saziyên şoreşger, sendîka û rêxistinên pîşeyî yên Koordînasyona Krîzê li Hatayê ava kirine, li ber Mala Defne ya li taxa Akdenîzê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Parlamenterên HDP'ê Zuleyha Gulum, Nûran Îmîr û Alî Kenanoglû tevlî daxuyaniyê bûn.

Mûtlû Aymaz bi navê Koordînasyona Krîzê ya Hatayê daxuyanî da. Aymaz destpêkê sersaxî ji xizmên qurbaniyan re xwest û diyar kir ku ji bo berpirsyarên her asta vê felaketê bêne darizandin wê bi hemû hêza xwe têbikoşin.

Aymaz ragihand ku li Hatayê di serî de Antakya, Defna Samandag û Kirikhanê gelek herêm ne cihên bêne sererastkirin e, êdî bûne ew bajar ku divê 'jinûve bê avakirin' û karên ku divê tavilê bêne kirin bi raya giştî re parve kir:

KARÊN DIVÊ BI LEZGÎNÎ BÊNE KIRIN

"Divê 'pirsgirêka stargehê' ya gelên Hatayê li gorî karaktera xweser a bajêr li gel avakirina binesaziyê bê çareserkirin. Li şûna bajarên ji konan ên ji bo hezar kesî, divê taxên konan bêne avakirin. Ji bo dema dirêj jî li taxan bajarên konteyner bêne avakirin.

Pêwîstiyên gelên me yên xwarin, kinc, tenduristî û perwerdeyê bêkêmasî bi cih bêne anîn. Mirovên astengdar, nexweşên kronîk divê bi ti awayî neyên mexdûrkirin.

Ji bo xelkê me yê mexdûrê erdhejê piştgiriya madî ya bi rêk û pêk bê dayin ku divê ne kêmî mûçeyê kêmtirîn be.

Di mijara jinûve avakirina bajarê Hatayê de divê hesasiyet li gorî rewşa çandî û dîrokî ya bajêr bê kirin. Mirovên ku neçar mane bajar biterikînin divê ji bo vegerê bêne teşwîqkirin. Bajar bi ti awayî divê radestî ranta înşaetê neyê kirin.

Mirina bi deh hezaran mirovî ne ji ber afetê, ne ji ber erdhejê ye. Lewma yên ku erka rêvebirina welêt û biryar di destê wan de ye, berpirsyarên siyasî û burokratîk hemû divê hesab bidin.

Di mijara jinûve avakirina avahiyan de ya ji bo erdhejzedeyan divê cih bi lez neyê tespîtkirin, bi baldarî cihê guncaw bê tespîtkirin."

Aymaz diyar kir ku wê şopdarê van daxwazan bin û ji bo "mezinkirina têkoşînê" bang kir. Aymaz got, "Divê em xwedî li xaka xwe, jiyana xwe derkevin.

YÊN KU MOHRA XWE DANÎNE BINÊ DAXUYANIYÊ

Sazî û partiyên ku mohra xwe danîne binê daxuyaniyê: HDP, HDK, DBP, SYKP, Sekna Şoreşger a Proleter, Platforma Yekîtiya Hêzê ya Tevgera Kaldiraç, Piştevaniya Mor, TOP, ESP, Malên Gel, KESK, SMF, SODAP, Partiya Şoreşger, Tevna Parastina Jinê, Şaxê Hatayê yê ÎHD'ê, ÇHD, BDSP, TTB, TMMOB, Partîzan, Tevgera Şoreşger, Rêxistina Hatayê ya TÎP'ê."