Kongreya HDP’a Dîlokê: Wê AKP bikeve!
Bi tevlêbûna bi hezaran kesan kongreya asayî ya 4’emîn a HDP’a Dîlokê pêk hat. Di kongreyê de hate diyarkirin têkoşîna HDP’ê bênavber didome.
Bi tevlêbûna bi hezaran kesan kongreya asayî ya 4’emîn a HDP’a Dîlokê pêk hat. Di kongreyê de hate diyarkirin têkoşîna HDP’ê bênavber didome.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajarê Dîlokê ve bi dirûşmeya "Dem dema HDP'ê ye" Kongreya Asayî ya 4’emîn li eywanek dawetê ya li bajêr li dar xist. Eywan bi pankartên "Em ê Denîz Poyraz ji bîr nekin”, "Zext nikarin me bêzar bikin” û “Jin jiyan azadî" û alên HDP'ê hat xemilandin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes beşdarî kongreyê bûn. Di kongreya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
‘7 SAL IN LI SER KURDAN ŞEREKÎ GIRAN DIMEŞÎNIN’
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di kongreyê de axivîn. Ozturk diyar kir ku AKP-MHP’ê jî 7 sal in li welat şer didomîne û wiha got: “Niha jî bûne kevoka aştiyê. Dixwazin di navbera Rûsya û Ûkraynayê de aştî pêk were. Efrînê, Girê Spî dagir bike, paşê jî aştiyê bixwaze! Wekîltiya Semra Guzel betal bikin, paşê jî hûnê bêjin aştî. Hûnê bi vî awayî vê zîhniyetê bidomînin. Wê bersiva pêwîst gel bide gotin û pratikên we. 7 sal in li dijî Kurdan şerê man û nemanê dikin. Dixwazin Kurdan biqedînin. Vaye li Dîlokê jî xuya bû ku Kurd naqedin. Meseleyek Kurdan heye. Meseleya azadiya Kurdan e. Ev azadî, aştî û demokrasî wê çawa were. Em heta nefesa xwe ya dawî dibêjin, rêya vê yekê li Îmraliyê ye. Rêya çareseriyê hevdîtina bi birêz Abdullah Ocalan re ye. NATO ji we re çareseriyê nayine. Siberoja gelan nefiroşin. Divê miheqeq tecrîd were rakirin. Dê dîsa di Newrozê de gel azadiya Ocalan daxwaz bike. Wekî din rê û rêbazê wê nînin. Êdî gelan nexapînin. Bi salan e hûn xelkê dixapînin. Halê welat li ber çavan e. Hûn dijminatiya Kurdan dikin. Hûn bi hevkartiya Amerîka û NATO’yê Mexmûr, Şengalê bombebaran dikin. Hûn başûrê Kurdistanê dagir dikin. Hûn Efrînê dagir dikin. Roj were dê çeteyên we yên li Efrînê derkevin. Wê aştî were ser vê axê.”
BÛLDAN: COŞA HDP’Ê ROJ BI ROJ MEZINTIR DIBE
Piştî Ozturk, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan xîtabî beşdaran kir û Serokê DEP’ê yê Dîlokê Abdulsamet Sakik yê di sala 1992’yan de hat qetil kirin û 57 qurbaniyên di êrişa DAIŞ’ê ya li Beybahçeya Dîlokê 6 sal berê pêk hat bibîr anî û dest bi axaftina xwe kir. Bûldan got coşa HDP’ê her diçe mezintir dibe û HDP li Kurdistanê û li her deverê Tirkiyê li ser pêya ye û wê HDP her hebe.
Bûldan diyar kir ku yên ji meşa HDP’ê ditirsin astengiya derdixin pêşiya wan û got: “Tirsa nava dilê AKP’ê û MHP’ê ji vekirina doza girtinê ya partiya me û Doza Kobanê jî xuya dike. Yê ku li vî bajarî digot, ‘Kobanê ket û wa dikeve’ xwest aloziyan derxe. Tişta ku dixwestin encam negirtin, niha jî rabûne pêşiya me bigirin û dixwazin me ji siyasetê veqetînin. Lê HDP hêza muxalefeta Tirkiyê ye. HDP hêza Kurdan e. Hesabên wan yek bi yek xera dibin. Hêvî û wêrekiya HDP’ê wê hemû êrişên we bişkêne. Her ku ew xeyalan dikin, em jî xeyalên wan xera dikin. Yên ku digotin tu taqeta HDP’ê nemaye vaye kongreya me bersiva herî xweş dide wan.Bûldan anî ziman ku îktidarê xwest HDP’ê ji Dîlokê biqewirîne lê bi ser neketin û yên ji siyaset û Dîlokê biçin jî ew bi xwe ne û ew ji niha ve mizgîniya vê dide gel. Bûldan got HDP vebijêrka herî bi hêz a li Tirkiyê ye û HDP wê nekeve lê yên ku bikevin AKP û MHP ye.”
‘TECRÎD LI HER DERÊ YE Û DIDOME’
Bûldan bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Dîrokê nîşanî me daye ku ji xeynî diyalog û muzakereyê û aştiyê tu tiştek din ne mimkin e pirsgirêkan çareser bike. Tecrîd li her derê ye û didome. Heke hûn ax, ziman, çand, ernîgarî, siyaset û rêberên Kurdan tecrîd bikî, helbet wê Kurd jî bersiva vê nîşanî we bidin.”
Piştî axaftinan di hilbijartina bi yek lîsteyê pêk hat de Aytek Kaya û Avnî Bîlîcî ji bo hevserokatiya HDP’a Dîlokê hatin bijartin.