Kongreya DBP’ê dest pê kir
Kongreya 6’emîn a Asayî ya DBP’ê li Enqereyê dest pêk kir.
Kongreya 6’emîn a Asayî ya DBP’ê li Enqereyê dest pêk kir.
Bi hezaran kesî ji bo 6'emîn Kongreya Asayî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP'ê berê xwe dan Navenda Kongre û Çandê ya Nazim Hîkmet. Eywana kongreya ku bi dûrişmeya "Bi Civaka Rêxistinbûyî Ber bi Jiyana Azad ve" tê lidarxistin. Eywana kongreyê bi alên DBP'ê hatiye xemilandin. Her wiha li eywanê pankartên bi Kurdî û Tirkî yên mîna "Yekîtiya neteweyî ne bijarteyek e, mecbûrî ye" , "Em bi israr in ku bi hişmendiya neteweya demokratîk siyasetê bi rêxistin bikin" û "Jiyaneke demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan" hatin daleqandin.
Jin bi kincên xwe yên neteweyî û bi temeziyên rengên kesk, sor û zer li ber muzîkê govend digerînin. Gelek jin jî bi rengên kesk, sor û zer tevlî kongreyê dibin. Bi hezaran kesên ku ji bajarên cuda yên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatine kongreyê bi dûrişmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedanan zindanan”, “Jin, jiyan azadî” cihê xwe di kongreyê de digirin.
Destpêkê Hevserokê Dîwanê Dogan Erbaş axivî û polîtîkayên hikûmetê yên şer rexne kir û bal kişand ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a aştî û demokrasiyê.
Axaftina Erbaş wiha ye: “Salon pir biçûk e. Em di ferqê de ne. Nêzî mehekê hevalê me ji bo salonek mezin ketin nava hewldanên. Lê ji ber ku li salonên mezin cih nedan, hevalê me neçar man ku em li vê salona biçûk vê kongreyê pêk bînin. Em wekî dîvanê ji bo li vê salona biçûk e, em lêborînê dixwazin. Lê cihê me deng e, dilê me fireh e. Têkoşîna hebûna xwe biparêze û azadiyê mezin bike didome. Îro em rastiya şerê ku ketiye roja 4’an de didome. Rastiya ‘Kesên di şer de bi ser dikevin tune’ heye. Em kesên ku li Moskova û gelek welatên cîhanê dibêjin ‘Ev ne şerê me ye, şerê Pûtîn e’ ji dil silav dikin. Di şer de yê êşê dijîn gel in. Îro kesên li dijî şer û diyar dikin ku çareserî bi aştî û diyalogê pêş dikeve me kêfxweş dike. Dema em dibêjin yên li dijî şerê Ukraynayê divê li dijî şerê Efrînê bin jî dibêjin hûn tev li heviyê dikin. Dayikên me dibêjin çi? Dema zarokên xwe dan axê digotin ‘Dil û kezeba me şewitî bila dil û kezeba dayikên din neşewitin.’ Li hemberî dayikên wisa rexneyên ku tên kirin ne rast in. Em li dijî hemû şeran in. Em li dijî hemû êşan in. Dilê me bi kesên li dijî şer in re ye. Sibê 28’ê Sibatê ye. 28’ê Sibatê ji gelek aliyan ve girîng e. Belkî darbe tê aqilê hin kesan. Lê ji aliyê me ve 28’ê sibatê wateyek pir cuda heye. 28’ê Sibatê di heman demê de ger ku pêk hatibûya dê îro gelek pirsgirêk nejiyane. Di heman demê de roja îmzekirina Mutabakata Dolmabahçeyê de ye. Di serî de Rêzdar Abdullah Ocalan û hemu kesên keta wan ket vê mutabakatê em tevan silav dikin.” Axaftina Erbaş bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hat qutkirin.
DIVÊ DERIYÊN ÎMRALIYÊ WERE VEKIRIN
Erbaş anî ziman ku di aştiyê de lîstik çênabin û wiha lê zêde kir: “Di şer de lîstik çê dibin, lê di aştiyê de lîstik çênabin. Em bang li CPT û hemû rêxistinên din dikin. Demek beriya demekê deriyên Îmraliyê vekin û pirsgirêkê çareser bikin. 24 sal in rêzdar Ocalan her kêliyên xwe ji bo çareseriya demokratîk dema xwe derbas kir û lê hûr bû. Pêşniyarên xwe pêşkêş kir. Divê ev rastiya bê zanîn. Ku neyê zanîn neheqî dibe.
Sibê partiyên muxalefet tên cem hev. Ger ku alîgirê demokrasî û aştiyê ne, divê rastiya Îmraliyê jî bibînin û ciddî nêzî Îmraliyê bibin. Yên rastiyê nebînin nikarin pirsgirêkan çareser bikin."
Di kongreyê de Hevseroka Dîwanê Feleknaz Uca jî anî ziman ku dibe ku cihê wan teng be lê tu nez nikare wan asteng bike û wiha got: “Lê tu hêz nikare pêşiya têkoşîn û berxwedana me bigire. Li ku dibe bila bile em ê bi têkoşîn û rêxistina xwe li ber xwe bidin.”
PEYAMÊN SIYASETMEDARÊN DI GIRTÎGEHÊ DE
Siyasetmedarên girtî Leyla Guven, Gultan Kişanak, Sebahat Tûncel, Selahattîn Demîrtaş ve Îdrîs Balûken peyam ji kongreyê şandin û DBP'ê re serkeftin xwestin.
Siyasetmedaran, di peyamên xwe de bal kişandin ser zextên ku ji hêla desthilata AKP-MHP'ê ve li dijî kurdan tên meşandin û qala berxwedana Kurdan a li dijî van zextan tê meşandin kirin. Siyasetmedaran, diyar kirin ku têkoşîna Kurdan didome û wê gotina dawîn kesên li ber xwe didin bibêjin. Her wiha siyasetmedaran, bertek nîşanî tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û rola Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de destnîşan kirin.