Kongra-Gel : Bi serhildanan bibin dengê girtiyan

Kongra-Gel : Bi serhildanan bibin dengê girtiyan

Serokê Kongra-Gel Remzî Kartal got; “Jiyana ewladên me yên di girtîgehan de bi serhildanên ku dê ji aliyê gelê me ve bê pêşxistin girêdayî ye” û bang li gelê Kurd kir ku bi serhildanê xwedî li dengê girtiyan derbikevin.

Serokê Kongra-Gel bi daxuyaniyekê cejna Qûrbanê l hemû alema Îslamê û gelê Kurd pîroz kir û got; “Dengê ewladên me yên ku di zîndanan de têkoşîneke bi rûmet dimeşînin bigihînin guhên kerr û wijdanên kor.”

Kartal bal kişand ku greva birçîbûnê ya ku ji bo azad, tendurîstî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê perwerdehiya bi Kurdî hatiye destpêkirin 43 roj in berdewam dikin û diyar kir ku “Lê Erdoganê ku wijdana wî kor bûye naxwaze dengê di zîndanan de bilind dibe, bibihîse û bibîne.”

Remzî Kartal got; “Jiyana ewladên me yên di girtîgehan de bi serhildanên ku dê ji aliyê gelê me ve bê pêşxistin girêdayî ye” û bang li gelê Kurd kir ku bi serhildanê xwedî li dengê girtiyan derbikevin.