Komploya li dijî Ocalan li ber PE hate protesto kirin

Komploya li dijî Ocalan li ber PE hate protesto kirin

Kurdên ku li ber Parlementoya Ewropayê ya li bajarê Strasbourg ê Fransayê kombûn, 15’mîn salvegera komploya navnetewî a 9’ê Cotmehê ku bu sedem Rêberê Gelê Kurd ji Sûriyeyê derket û piştî çar mehan hate girt, nelet kirin.

Çalakiya ku ji aliyê Meclisên Gel ê herêma Alsas-Loren li ber Parlementoya Ewropayê pêkhat, daxuyaniyek ya şermezarkirina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwendin.

Di daxuyaniyê de balkişande ser ku, beriya 15 salan hêzên emperyalîst ji bo berjewendiyê xwe zor li Ocalan kirin ku ji Rojhilata Navîn derbikeve.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, Ocalan bûyerên ku li Rojavayê Kurdistanê rû didin beriya vê pêşdîtin kiribû û bertek nîşanî AKP’ê dan ku çeteyên girêdayî El Qaîdeyê ber dide ser Rojava.

Di daxuyaniyê de banga efoya giştî ji bo Ocalan û hemû girtiyên siyasî ên Kurd hate kirin. Her wiha welatên Ewropa ên ku siyasetmedarên Kurd digirin rexnekirin.

Di çalakiya protestoyî de, li ser navê Elewiyên li Strasbourg û Freiburgê jiyan dikin Elî Îşbîlîr axivî û got, di paketa hikumeta AKP’ê de ne ji bo Kurdan, Elewî û kêmenetewan tiştek nû tune ye.

Nêzî 200 kes ji bajarên Strasbourg, Mulhouse, Metz û Saînt Avold ên Fransyê û bajarên Freiburg, Offenburg û Kelh ên Almanyayê tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de bênavber sloganên bizimanê Fransî û Kurdî “Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re aştî”, “Bijî Şoreşa Rojava”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bimire faşîzma dewleta Tirk” qîr kirin. di çalakiyê de posterên Ocalan û alên PKK û PYD’ê hatin hilgirtin.