Komploya 9'ê Cotmehê li Adîgeyê hat şemezarkirin

Komploya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Komara Xweser a Adîgeyê ya ser bi Federasyona Rûsyayê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin.

Komploya 9'ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Komara Xweser a Adîgeyê ya ser bi Federasyona Rûsyayê, bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat şermezarkirin.

Daxuyanî li hewşa Komeleya Çanda Kurd a Adîgeyê hat dayîn û gelek rêveberên saziyên Kurdan lê amade bûn. 

Endamê Meclîsa Rêxistinbûyîna Kurdan a Adîgeyê Weliyê Zahir daxuyanî da û komplo şermezar kir û got, "Gelê Kurd ti carî li ber zilm û zordariyê serî netewandiye. Yên ku dixwazin bi zorê azadiya Kurdan binpê bikin, divê baş zanibin ku Kurd ji duh bêhtir nêzî azadî û Rêberê xwe ne."

Zahir bal kişand ser desthilatdariya bi kîn û hêrs a AKP û Erdogan û got, "Erdogan rojên dawî yên desthlitadariya xwe dijî. Erdogan di van roj û demên dawî de dixwaze êşên mezin bi Kurdan bide kişandin, lê êdî Kurd bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê yekîtiya xwe xurt kirine û ne Erdogan ne jî hêzeke din dikare Kurdan înkar bikin."

...