Komplo li Êlihê hat şermezarkirin
Komplo li Êlihê hat şermezarkirin
Komplo li Êlihê hat şermezarkirin
Bi pêşengiya BDP’a Êlihê , bi armanca şermezarkirina 9'ê Cotmeha 1998'an Roja derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji Suriye yê meşek meşaleyî ya girseyî hate li darxistin.
Bi pêşengiya BDP’a Êlihê, bi armanca şermezarkirina derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di sala 1998’an de ji Suriyeyê meşek meşaleyî ya girseyî hate lidarxistin û 9'ê Cotmehê bi daxuyaniya çapemeniyê hate şermezarkirin. Girse li ber Mala Gel a Mehmet Sîncar a li taxa Petrolkentê civiyan û li vir meşaleyên xwe pêxistin û dest bi meşê kirin. Parlementera Êlihê ya BDP'ê Ayla Akat Ata, Hevserokên rêxistina BDP’ê ya Êlihê Serdar Atalay, Rahşan Çarboga, endama meclisa partiyê ya BDP’ê Melîha Varişli, rêveberên BDP'ê, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, DOKH, endamên Meclîsa Ciwanên BDP’ê ya Êlihê, nûnerên saziyên civakî yên sivîl û bi sedan welatî tevlî bûn. Di meşê de pankarên “Em ê komploya 9’ê Cotmehê bi azadiya Rêberê xwe vala derbixin”, “Em komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê şermezar dikin”, posterê Rêberê PKK Abdullah Ocalan, alên PKK û KCK hatin hildan. Girseyê bê navber sloganên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bi can bi xwîn em bi te re ey Serok” û “PKK gel e gel li vir e” hatin berzkirin.
Meş di nava kolanên taxê de dewam kir û welatiyan û esnafan jî bi çepik û tîlîliyan meş silav kirin û destek dan meşê. Meş dema gihîşt ber Parqa Şerzan Kurt û xwendekarên Lîseya Cumhuriyêtê li yurdê derketin şivakên şevînê û bi sloganan destek dan çalakvanan. Piştî xwendekaran silav û destek dan çalakvanan, komek ciwan jî posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û PKK birin li ser dîwarê hewşa şevînê vekirin û demek kurt poster û al li wir hatin hildan.
‘BIRÊZ OCALAN KOMPLO VALA DERXISTIYE’
Pişt re Hevserokê BDP’a Êlihê Serdar Atalay daxuyanî da. Atalay, bi bîr xist ku komploya navnetewî ya li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatiye plana wê di salan 1990’î de destpêkiriye û di sala 1998’an de jî startê wê hatiye dayîn. Atalay, anî ziman ku ew ji bo 15’emîn salvegera komploya navnetewî şermezar bikin li vir amade ne û vê çalakiyê pêk tînin. Atalay, destnîşan kir ku komploya navnetewî ya li hember Ocalan pêk hatiye bi hevkariya gelek dewletan çê bûye û wiha got: “Di serî de Amerîka û gelek dewletên din Serokê gelê kurd dan girtin. Ji ber ku birêz Ocalan, dixwest di Rojhilata Navîn de dîzaynên nû çê bike û amade bike van welatan xwe li hember vê yekê ne girt. Ne hiştin ku birêz Ocalan ji Rojhilata Navîn pergala emperyalîst paqij bike. Lê belê niha li gel hemû astengî û tecrîtê jî birêz Ocalan, bi mêjû û manîfestoya xwe komplo vala derxist.”
Piştî daxuyaniyê girse dîsa dest bi meşê kir û heta ber Mala Gel a Mehmet Sîncar, bi berzkirina sloganan meşiya.