Komkujiya Şengalê wê li Ewropayê bê şermezarkirin

Li gelek navendên Elmanyayê, wê di salvegera komkujiya Şengalê de çalakiyên protestoyî bên lidarxistin.

Li gelek navendên Elmanyayê, wê di salvegera komkujiya Şengalê de çalakiyên protestoyî bên lidarxistin.

Ji bo çalakiyên bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Elmanyayê tê lidarxistin, banga beşdariya xurt hat kirin. Ji bo meşa 3'ê Tebaxê ya li bajarê Swîsre Cenevreyê bi pêşengiya Nûnertiya Derveyî Welat a Meclîsa Şengalê û FKÊ tê lidarxistin jî, banga beşdariyeke xurt hat kirin.

NAV-DEM'ê bi daxuyaniyeke nivîskî hat ragihandin ku dewleta Tirk û paşverûtiya herêmê çeteyên DAIŞ'ê mezin kirine, berê çeteyan beriya salekê dane Şengalê, bi hezaran Kurdên Êzidî qetil kirine û bûne sedem ku bi sed hezaran mirov koçber bibin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi hezaran jin û keç dîl hatine girtin û rastî pêkanîna herî namerdî hatine û hat gotin, "Yek ji mezintirîn qirkirinên serdema me li pêş çavên tevahiya cîhanê li Şengalê pêk hatiye. Eger destwerdana şervanên YPG, YPJ û gerîlayên YJA STAR û HPG'ê hebûya, ev komkujî wê mezintir bibûya.

Hikûmet û dewleta AKP'ê ya faşîst, eger îro êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike, sedema vê têkçûna çeteyên DAIŞ'ê li Şengal, Kobanê û tevahiya Rojava ye. Têkçûna DAIŞ'ê têkçûna AKP'ê ye."

NAV-DEM'ê da xuyakirin ku ji bo şermezarkirina komkujiya Şengalê, tecrîda li ser Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên hikûmeta AKP'ê, wê li van bajaran çalakiyan lidar bixe û banga beşdariyê ir.

Her wiha ji bo meşa navendî ya 3'ê Tebaxê li Cenevreyê, ku Nûnertiya Derveyî Welat a Meclîsa Şengalê û FKÊ organîze dikin, banga tevlîbûnê kir.

Cih û dema meş û çalakiyan:

1'Ê TEBAXÊ

Freiburg
Holzmarkt
Saet: 17:00

Oldenburg
Pêşiya HBF
Saet: 15:00

Dresden
Pragastr
Saet: 17:00

Duisburg
Pêşiya HBF
Saet: 14:00

Bielefeld 
Janplatz
Saet: 15:00

Dortmund 
Pêşiya HBF
Saet: 14:00

Koln
Pêşiya HBF
Saet: 15:00

3'Ê TEBAXÊ

Aachen
Pêşiya HBF
Saet: 18.00

Bremen
Ziegenmarkt
Saet: 17:00

4'Ê TEBAXÊ

Hamburg
Pêşiya HBF
Saet: 17:00