Komkujiya Roboskiyê: 11 sal in edalet tune
Înîsiyatîfa Edalet ji bo Roboskê di çalakiya 130 mehên komkujiyê de, xwest bêedaletiya 11 salan bi dawî bibe.
Înîsiyatîfa Edalet ji bo Roboskê di çalakiya 130 mehên komkujiyê de, xwest bêedaletiya 11 salan bi dawî bibe.
Înîsiyatîfa Edalet ji bo Roboskî, di meha 130’an a qetilkirina 34 kesên ku 19 jê zarok li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, dîsa kom bûn.
Bi vê armancê li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Enqereyê daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniya ku pankarta “Bila kujer bên dîtin! Roboskî careke din pêk neyê” de Hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Fatîh Kanat axivî û got, “Divê kiryarên Roboskê bên darizandin. Ji bo êşên wiha careke din li ser van erdnîgariyan pêk neyê.”
Kanat, bal kişand ser pêvajoya darazê ya li ser komkujiyê û got, "Komkujiya Roboskê her çendî di hemû rastiya xwe de hate jiyîn, hatî ronîkirin û lêkolînkirin jî, ji ber aliyek wê digihêje rêveberên dewletê bi politikaya bêcezakirinê û ‘nelêpirsînê’ birîneke vekirî ya 11 salan e dewam dike. Kujer ji roja komkujiyê ve, xwe li pişt perdeye veşartine. 11 sal in her kes bêdeng e, edalet tune ye û bêcezabûn hîn zêdetir bûye. Serlêdana dawî ya malbatan 2 sal in li Dadgeha Destûra Bingehîn didome.”
Kanat bertek nîşanî polîtîkaya bêcezakirinê da û got, “Mîna cînayetên kiryar nediyar ên salên 1990’î, berpirsyariya pergalê jî tên zanîn, lê di hemû qetlîam û cînayetan de rastî her tim hatiye veşartin. Berpirsyarên komkujiyê ji aliyê dewletê ve têne parastin. Dadgeh ne aliyê mexdûran, aliyê desthilatdaran bû her tim. Bi hatina gel hev, têkoşîn, jibîrnekirina mirovan û avakirina sîstemeke ku ji bo gelan hatiye çêkirin, em dikarin bêhiqûqî û bêcezabûna piştî Roboskê û hemû komkujiyan bi dawî bikin.”