Komkujiya 19’ê Kanûnê li Îzmîrê hat şermezarkirin
Parêzer Erdogan Akdogdû têkildarê komkujiya 19-22’yê Kanûnê axivî û got, “Serpêhatiya me ya girtîgehan tije berxwedan û têkoşîn e. Duh wisa bû îro jî wiha ye.”
Parêzer Erdogan Akdogdû têkildarê komkujiya 19-22’yê Kanûnê axivî û got, “Serpêhatiya me ya girtîgehan tije berxwedan û têkoşîn e. Duh wisa bû îro jî wiha ye.”
Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ên Îzmîrê, bi boneya salvegera Komkujiya 19-22'ê Kanûnê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.
Di daxuyaniya li Kolana Şehîdan a Qibrisê ya Alsancak de pankarta "Em qetlîama 19-22'ê Kanûnê ji bîr nakin, em ê ji bîr nekin" hatin vekirin û dirûşmeyên "Li dijî faşîzmê mil bi mil", "Dewleta qatil wê hesab bide" û "Ji girtiyên nexweş re azadî" hatin berzkirin.
Sekreterê Giştî yê Şaxa ÇHD'ê ya Îzmîrê parêzer Erdogan Akdogdû daxuyaniya hevpar xwend de got, "Yên şer dikin dimirin, tên girtin, lê tên bibîranîn. Îro em ji bo ku hinekî din bi bîr bînin li vir in. Îro em ji bo bang li hafizeya paşerojê, pêşerojê û hafizeya îroyîn bikin li vir in. Îro ne tenê ji bo deynê dilsoziyê, di heman demê de ji bo vegotina tiştên niha diqewimin em li vir in.”
'30 GİRTÎ HATİN QETILKIRIN'
Akdogdû derbarê Komkujiya 19-22'ê Kanûnê de jî axivî û anî ziman, "Operasyona bi navê 'Operasyona Vegera Jiyanê' di sala 2000'an de li 20 girtîgehan bi awayekî hemwext hat destpêkirin. Bi çekên kîmyewî yên dişewitîne û tune dike hat destpêkirin. Di demekê de ku rojiya mirinê domdikir hat destpêkirin. Ji nişka ve nehat. Li Bûrdûrê, Bergama û Ûlûcanlarê jî girtiyên şoreşger qetil kirin. Gav bi gav hatin. Ev provayên Komkujiya 19-22'ê Kanûnê bûn. Di encamê de 30 girtî hatin qetilkirin. 20 girtîgeh, hewl hat dayin ku 237 girtî û hikumxwarên birîndarî teslîm bigirin, lê teslîm nebûn."
'PARA AKP'Ê DI KOMKUJIYÊ DE MEZIN E'
Akdogdû, da zanîn ku bi operasyona 'Vegera Jiyanê' ne tenê girtîgeh hedef hatin girtin û ji qenalên fermî û taybet ên dewletê, spîkerên taybet bi ajîtasyona şer ve bi awayeke zindî bi civakê hat nîşandan û wiha pêde çû: “Tişta dixwestin ew bû ku eger hûn dixwazin ji bo jiyankirinê serî rakin tişta ku hûnê pêre rû bi rû bibin wê qetilkirina we be. Operasyonek ji bo tirsandin û perçiqandina kedkarên ku di krîza sala 2000’î de pêre rû bi rû hatibû hiştin bû. Operasyona ji bo bê serî hiştina çalakî û xwepêşandanên ku wê pêşerojê destpê bike û qutkirî ji şoreşgeran bû." Akdogdû her wiha diyar kir ku di xurtbûyîna AKP'ê ya îro de rola qetilkirina şoreşgerên wê rojê hebû.
'DIXWAZIN BI BINPÊKIRINÊN MAFAN GIRTIYAN TESLÎM BIGIRIN'
Akdogdu ragihand ku îro li girtîgehan bi hezaran pêkanînên dijhiqûqî hene û got, "Mîna kenê mirovên li kûçe û kolanên welatekî dimeşin, zindanên vî welatî jî rûyê wî welatî çêdike. Serpêhatiya me ya zindanan ji têkoşîn, qetlîam û berxwedanê tije ye. Duh wisa bû îro jî wisa ye. Îro jî li girtîgehan dixwazin bi binpêkirinan girtiyan teslîm bıgirin. Hê duh bû ku me Garîbe Gezer winda kir, duh me li Tekîrdagê girtiyekî şoreşger bi guman winda kir, girtiyên nexweş her roj bang li qaşo Saziya Tiba Edlî (ATK) dikin, lê ji aliyê şandeyek ji siyasetmedar, dadgerên înfazê û cezayê giran ku di hundirê wê de ne tê tunekirin. Her çiqas bi penceşêrê ketibin jî, her çendî nexweş bin jî wana bernadin. Sûcdar ji memûrê cezakirinê yê herî biçûk bigire heta burokratê herî bilind, rêxistina dewletê ye. Haya me ji van heye û wek parêzer em wan yek bi yek bi not digirin. Me ji bîr nekiriye di hişê me de ye. Em li vir in, em ê li vir bin."