KOMAW'ê Newroza Azadiyê pîroz kir
KOMAW'ê cejna Newrozê li gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.
KOMAW'ê cejna Newrozê li gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.
Saziya Malbatên Windahî û Şehîdan (KOMAW) cejna Newrozê li gelê Kurd û mirovahiyê pÎroz kir."
Di peyama KOMAW'ê de hate gotin, "Pêşeng û şehîdên Tevgera Azadiyê ruhê berxwedan û têkoşînê diyarî bi milyonan mirovên li çar aliyên Kurdistanê kirin û li Rojava bi pêşengiya jinê gihand şoreşê. Şopdarên van lehengan wê vê alê hîn bilindtir bikin."
Di daxuyaniyê de şehîd bi rêzdarî û minetdarî hatin bîranîn û hate gotin, "Em cejna Newrozê li pêşengên jiyana azad, malbatên şehîdan û gelê me yê welatparêz, li tevahiya mirovahiyê pîroz dikin."