Koçdemîr: Şer jî wê ji desthilatdariyê re nebe derman

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Gultekîn Koçdemîr bal kişand ser şerê ku desthilatdariya AKP-MHP'ê daye destpêkirin û diyar kir ku hikumet bi argûmanên berê hewl dide desthilatdariya xwe biparêze, lê wê bi ser nekeve.

Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Gultekîn Koçdemîr ji ANF'ê re axivî.

Koçdemîr destnîşan kir ku siyaseta tepisandin û çokdanînê ya tifaqa AKP-MHP'ê ku li dijî Kurdan, sosyalîst û hêzên demokrasiyê dimeşîne êdî bi kêr nayê û got, li dijî desthilatdariya ku zext û zordarî giran kiriye, bi ruhê Newrozê wê 1'ê Gulanê bê pêşwazîkirin.

Koçdemîr got, "Girtîgeh, girtin, destgîrkirinê têrê nekirin. Mirov li dijî rêxistiniya faşîst a AKP-MHP'ê radibin ser piyan. Newroz encameke vê yekê bû. Ew jî zanin ku bi h êza ji Newrozê wergirtî em ê di 1'ê Gulanê de helwestê nîşan bidin."

Koçdemîr anî ziman ku Tirkiye ji aliyê aborî ve di nava krîzeke giran de ye, xizanî mezin bûye û got, "Em hemû dibînin ku her balafira radibe, her fîşeka tê teqandin dibe sedema giranbûna xizaniyê. Em neçar in ji gelên Tirkiyeyê re vebêjin ku şer xizanî û rijandina rondikan e, eger pêşî lê neyê girtin wê bibe sedema xitimandinekê. Di 1'ê Gulanê de jî em ê nîşanî gelê xwe bidin ku şer mirin e, hilweşandin e, hîn bêhtir xizanî ye. Weke sosyalîst û şoreşgerên Tirkiyeyê li dijî şer çi ji destê me bê em ê bikin."

Koçdemîr destnîşan kir ku şer bi rengekî piralî tê meşandin, beşeke girîng a civakê xistiye rewşeke welê ku nema dikare îdare bike. Koçdemîr got, "Ji wan heye ku şer weke çareya yekane bibînin û bi argûmanên berê li meclîsê serweriya xwe ji nû ve ava bikin. Lê belê ev dem derbas bûye. Ev gel êdî ne rondik maye ku bibarîne ne jî dikare xwe li vê rewşê rabigire. Bi stranên lehengiyê êdî jiyan ava nabe. Li cihê ku xizanî lê giran bûye, di şer de tenê sermaye rantê bi dest dixe."