KNK, salvegera damezrandina xwe pîroz dike

KNK, salvegera damezrandina xwe pîroz dike

Kongreya Netweyî a Kurdistan, di 24’ê gulalan 1999’ê de hat damezrandin. KNK’ê bi vê boneyê daxuyaniyek weşand û li hemû gelê Kurdistanê pîroz kir û got; “Heta pêkhatina yêkitîya herî bilind ya neteweyî û avabûna Kurdistana mezin ev kar û xebata KNKê dê berdewam be.” KNK’ê ragihand ; “Îro cihê şahîyê ye ku terkîba KNK’ê her diçe firehtir dibe û dînamîkên neteweyî xwe di vê platformê de digihînin hev.”

KNK, bi boneya 13’emîn salvegera damezrandina xwe îro li Brukselê şahiyekê li dar dixe û di 13 salîya xwe de, li 26-27ê Gulanê li Brukselê bi armanca gotûbêj û şêwira neteweyî Kombûna Mezin [Civata 12.] pêk tîne.

Daxuyaniya KNK’ê wiha ye; “KNK berî 13 salan li Amsterdamê bi hejmareke bilind ya rêxistin û şexsîyetên Kurd û Kurdistanî hate damezrandin. Eve gaveke dîrokî bû ji bo hemû Kurd û Kurdistanîyan. Avabûna KNK’ê pêkhatineke berbiçav ya xewna salan ya Kurdistanîyan bû. Beramberî yêkitîya dagîrkerên Kurdistanê, gaveke ji bo armanca pîroz ya Kurdistanîyan, yanî bo yêkitîya neteweyî dihate avêtin. Ji ber vê yêkê jî avabûna KNK’ê dengekî mezin veda û ji alîyê hemû Kurdistanîyan ve bi dilgermî hate pêşwazîkirin û xwedîîyeke neteweyî lê hate kirin.

KNK, bi armanca ku bibe platforma herî mezin û bilind ya neteweyî pêk hat. Prosesa gihiştina vê armancê dom dike. Heta ku temsîlîyeta giştî ya neteweyî pêk tê hewildan dê bêne domandin. Îro cihê şahîyê ye ku terkîba KNK’ê her diçe firehtir dibe û dînamîkên neteweyî xwe di vê platformê de digihînin hev. Xebata 13 salan berhem de ye û pêkhatineke hêvîdar hatîye meydanê. Ji bo vê keda pîroz gelek şexsîyet û rêxistinên Kurdistanî fedakarîyên bêtixûb kirin ku eve hêjayî pesindayînê ye.

Di van 13 salan de KNK’ê li ser pirs û pirsgirêkên neteweyî gelek konferans, sempozyum, kom û kombûn pêkînan, aktîvîteyên sosyal û kulturî organîze kirin, tevnekî dîplomatîk raçand û ya herî giring di navbeyna Kurd û Kurdistanîyan de zemînê diyaloga navxweyî vejand û pêş ve bir. Di avakirina aştîya navxweyî de KNKê roleke çêker leyist. Di tesbîtkirina gelek armancên neteweyî de biryar û tewsîyeyên nû pêşniyar kirin û ji bo realîzekirina wan karê pratîk dane kirin. Di polîtîka neteweyî de hemleyên stratejîk plan kirin, bi cih înan û destek de hemû hêzên neteweyî.

KNK’ê dijî dagîrkerîya mezin ya li Kurdistanê, şuûra bilind ya yêkitîya Kurd û Kurdistanîyan di her lehzeyê de germ girt. Ji bo komkirina Konferansa Yêkitîya Neteweyî plandarî kir, nexşeyê rêya pêkînanê amade kir û ji bo realîzasyona vê armancê dîplomasîyeke navxweyî pêkîna.

KNK îro di 13. salîya xwe de jî aktîv e û bo van armancan kar û xebata xwe didomîne. KNK bi xebata van 13 salan bûye destkevteke bihadar di warê avakirina yêkitîya neteweyî da. Îro terkîba KNKê ji hemû parçeyên Kurdistanê û dîasporayê pêkhatîye ku eve temsîlîyeteke bilind e, lê têra nake û KNK hewil dide ku terkîba xwe firehtir bike û hemû Kurd û Kurdistanîyan di zemînê xwe de bigihîne hev. KNK bi vê hebûna xwe ve platformeke neteweyî ye û divêt bête xurttir û saxlemtir kirin.

KNK di 13 salîya xwe da, li 26-27ê Gulanê li Brukselê bi armanca gotûbêj û şêwira neteweyî Kombûna Mezin [Civata 12.] pêktîne. Di roja ewil de dê hejmareke bilind ya hêz û şexsîyetên neteweyî digel endamên KNKê beşdar bin. KNK bi van kom û kombûnan wacibên neteweyî tîne cih û rê li ber afirandina polîtîka neteweyî xweş dike. Ji seranserê Kurdistanê heta meydanên dîasporayê Kurd û Kurdistanî di zemînê KNKê de li hev kom dibin ku eve dibe platforma herî mezin ya neteweyî.

Heta pêkhatina yêkitîya herî bilind ya neteweyî û avabûna Kurdistana mezin ev kar û xebata KNKê dê berdewam be.

Bi van bîr û hiziran em avabûna KNKê, 13 salîya KNKê li hemû Kurd û Kurdistanîyan pîroz dikin. Hêvî dikin ku Kurd Kurdistanî bi hemû hêza xwe ve li vê destkevta xwe, li vî dezgehê xwe yê neteweyî xwedî derkevin û mezintir bikin