Serokatiya Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) peyamek bi boneya Cejna Qûrbanê weşand û cejna alema Îslamê pîroz kir. KNK’ê bal kişand ser greva birçîbûnê ya li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê û got; “ Bi vê mebestê em weke KNKê cejna cîhana îslamî û ya gelê Kurd pîroz dikin û careke din bang li raya giştî ya herêmê û ya cîhanê teva dikin ku, li dijî zilm û zordestiya desthilatdariya AKPê dengê xwe bilind bikin.”
Serokatiya Konseya Rêvebir a Kongreya Neteweyî a Kurdistanê (KNK) di daxuyaniya weşan de cejna alema Îslamê pîroz kir û got; “Di vê pêvajoya ku rewşa girtiyên azadiyê ketiye qonaxa metirsînî de, malbatên girtiyan û tevahiya gelê Kurd, di nava gumanên mezin de li devê girtîgehan, li meydan û kolanan bangên hawarê dikin. Di vê were zanîn ku, hawara malbat û gelê Kurd, di çarçoveya felsefeya îslamî de ye û ji bo parastina nirxên mirovahiyê ye. Pêwiste cîhana îslamî teva dengê gelê kurd bibihîze û li dijî faşîzma AKPê dengê xwe bilind bike. “
KNK’ê got; “Gelê Kurd careke din di bin terora dewletên dagirker de, li çar parçeyên Kurdistanê, cejna Qurbanê bi dilêşî û di nava janê de pêşwazî dike. Mixabin terora desthilatdariyên despot, li cografya Îslamê teva bi dijwarî berdewam dike. Lê cejna Qurbanê, di wateya aşitî, wekhevî, parvekirin û dilsoziya ligel cîran û mirovan tê pîrozkirin. Mixabin desthilatdariyên despot û hêzên global, wek Nemrûd û Fîrawunên hemdemî mirovan kom bi kom dikin qûrban. Di sedsala bîstûyekê de, gelê kurd jî yek ji qûrbanên van hêzên destpot û faşîst e.”
Daxuyaniya KNK’ê wiha berdewam dike: “Gelê Kurd jî, li dijî faşîzma kujerî, li tevahiya Kurdistanê, di nava têkoşîna şoreşger de ye. Herî dawî girtiyên azadiyê, li dijî faşîzma ku jiyana gelê kurd, di şexsê Ocalan de, li Îmralî zincîr û lele kirine, bedena xwe kirine mertal û greva birçîbûna bêdem û bêdorveger dane destpêkirin. Çalekiya girtiyên azadiyê kete roja 44an û di qonaxa metirsînî de ye. Her roj dikare mirin çêbibin. Daxwazên girtiyab maqul in û daxwazên gelê Kurd tevan e. Lê heta îro, desthilatdariya AKPê li hemberî daxwazên girtiyan xemsar û bedeng e. Ev tê wateya ku zihniyeta şerxwaz ya AKPê ne hatiye guhertin û dengê gelê kurd jî nabihîze.
Baş tê zanîn ku AKP, desteka herî mezin ji hêzên global digire. Em bang li van hêzan dikin ku destekê nedin AKPê û nebin hevkarên qirkirina gelê kurd.
Di vê pêvajoya ku rewşa girtiyên azadiyê ketiye qonaxa metirsînî de, malbatên girtiyan û tevahiya gelê Kurd, di nava gumanên mezin de li devê girtîgehan, li meydan û kolanan bangên hawarê dikin. Di vê were zanîn ku, hawara malbat û gelê Kurd, di çarçoveya felsefeya îslamî de ye û ji bo parastina nirxên mirovahiyê ye. Pêwiste cîhana îslamî teva dengê gelê kurd bibihîze û li dijî faşîzma AKPê dengê xwe bilind bike.
Bi vê mebestê em weke KNKê cejna cîhana îslamî û ya gelê Kurd pîroz dikin û careke din bang li raya giştî ya herêmê û ya cîhanê teva dikin ku, li dijî zilm û zordestiya desthilatdariya AKPê dengê xwe bilind bikin.
Em weke KNKê çalekiya dîrokî ya girtiyên azadiyê bi dilsozî silav dikin û bang li gelê kurd, sazî û dezgehên demokratîk teva dikin ku, ligel girtiyên azadiyê cihê xwe bigirin û li welat û derveyî welat têkoşîna xwe bi hêz bikin. Pêwiste gelê me yê li Bakurê Kurdistanê jî, li devê girtîgehan, li meydan û kolanan bi awayekî rêxistinî kom bibin û ligel girtiyan, li dijî faşîzma reş ya AKPê dengê xwe bilind bike.
Pêwiste were zanîn ku firsetên dîrokî carekê derdikevine holê û bendeyî mirov ranawestin. Di qonaxa îro de, piştî têkoşîna gelê kurd ya 40 salî, firseta dîrokî derketiye holê. Pêwiste gelê kurd, jin, ciwan, zarok, rewşenbîr, entelektuel, siyasetmedar, her kes ji bo vê firseta dîrokî, bi berpirsiyarî tevbigere û di têkoşîna azadiyê de cihê xwe bigire.
Bi vê mebestê em weke KNKê, careke din dibêjin ku çalekiya girtiyên azadiyê dîrokî ye û kilîda çareseriya pirsgirêka Kurd e. Hemberî ku greva birçîbûna girtiyên azadiyê ketiye qonaxa metirsînî, desthilatdariya AKPê helwesta xwe ya faşîzan, bêdengî û xemsariya xwe didomîne. Divê werê zanîn ku ji her bûyera naxoş, ji her kiryara li girtîgehan desthilatdariya AKPê berpirsiyar e. Pêwiste her kurd, zanibe ku ji bilî derketina kolan û piştgiriya girtiyên azadiyê tu riyên din ya çareseriyê nîne. Pêwist e gelê kurd li welat û derveyî welat, di destek kirina greva birçîbûna girtiyên azadiyê de cihê xwe bigire û tevlî pêvajoya têkoşîna azadiyê bibe.”