Encamnameya Civata Giştî ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya ku di 26-27’ê gulanê de li Brukselê li dar ket hate aşkerekirin. Di encamnameyê de 8 xal hatin diyarkirin û hat gotin ku hêza esasî ya li Rojhilatanavîn Kurdistanî ne. KNK’ê bal kişand ser rewşa Ocalan û got; “Di navbeyna bizava neteweyî li Bakur û dewleta Tirk da daku rê li ber pêkhatineke demokratîk vebe, heyeteke parlementerên Kurdistana Federal seredanîya Enqereyê bike û digel berpirsiyarên dewleta Tirk ji bo serbestîya Rêberê KCK’ê Ocalan û girtîyên polîtîk yên Kurdistanî di nav hewildanan de bin.”
12’emîn Civata Giştî ya KNK’ê ya di 26-27’ê gulanê de li paytexta Belçîka Brukselê tê lidarxistin bi dawî bû. Di civata giştî ya KNK’ê de pêşketinên siyasî, pêvajo û kongre-konferansa neteweyî ya Kurdan hat gotûbêjkirin. Îro jî encamnameya civatê hat aşkerekirin.
ALIYÊ TEMSÎLIYETA NETEWEYÎ BILIND BÛ
Di encamnameya konferansê de hat diyarkirin ku ji i seranserê Kurdistanê û meydanên diasporayê endam û mêvan amade bûn û wiha hat gotin; “Terkîba kombûnê ji alîyê temsîlîyeta neteweyî ve bilind bû.”
Rêxistin û partiyên beşdarî civatê bûn;KCK, Kongreya Gel, Nûnerê Parlementa Kurdistana Federal (Dana Sofî), PDK, PJAK, PÇDK, PYD, PDK-Bakur, PIK, Partîya Zehmetkêşên Kurdistanê, Hizbî Sosyalîstî Demokrasîxazên Kurdistanê, Yêkgirtîya Islamî ya Kurdistanê, Partîya Serbestî ya Kurdistanê, Hizbî Ayendeya Kurdistanê, Partîya Azadî û Demokrasîya Kurdistanê, Pratîya Komunîst ya Kurdistanê-Başûr, Partîya Komunîst ya Kurdistanê-Bakur, PDK-Sûrîye, Partîya Çep ya Kurdên Sûrîyeyê, KJB, Hereketî Yaresanî Demokratîk, YNDK, Hereketa Jîngeha (Ekolojî) Kurdistanê, CIK, KON-KURD, nûnerên Instîtutên Kurdî, Federasyona Elewîyan, Otonomîya Kurdên Rûsyayê, Komeleyên Ciwanan wekî organîzasyon beşdar bûn û herweha peyamên piştgirîyê yên Yêkitîya Parlementerên Kurdistanê, Yêkitîya Şoreşgeran li Rojhilat, Partî Serbixweyî Kurdistan-Rojhilat, Sazumanî Xebat-Rojhilat, Komeleyî Şoreşgeranî Zehmetkêşanî Kurdistan-Rojhilat, Xebat, Serokê Konseya Rêvebir ya KCKê Murat Karayilan, Serokê PYDê Salih Muslum hatin.
Di encamnameya civîna mezin de hat gotin; “Di van du rojên kombûnê da li ser rewşa bi giştî Kurdistanê, Rojhilatanavîn û cîhanê hate rawestan. Endam û mêvanan dîtin û bîr û hizirên xwe digel hev du parve kirin. Hemû beşdaran di kursîya demokratîk ya KNKê da bi berfirehî û azadane analîz û komentarên xwe kirin.
Ev kombûna du rojî bû platformeke şêwira neteweyî û di encamê de hemfikirîyeke bilind ya neteweyî derkete holê.”
Di daxuyaniyê de hat gotin ku di pêşî ya 26’ê Gulanê, ji bo bîr û rehîya neteweyî û ya cîhanê bangeke 8 (heşt) xalî hate belavkirin. (Banga 8 xalî di dawîya daxuyanîyê de ye). Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di roja duyê, 27ê Gulanê de jî di çarçoveya armanc û pêdivîyên giştî yên neteweyî da erk û wacibên Kurd û Kurdistanîyan û herweha hêvîyên ji dewlet û dem û dezgehên navneteweyî hatin behskirin.”
Kombûna Mezin (Civata 12.) ya KNKê di dawîya da hewce dît ku bîr û rehîya neteweyî ji encamên kombûnê agahdar bike ku bi hev re hêz û dînamîkên neteweyî û her wisa xelkê Kurd û kêmanîyên Kurdistanê bi hev re têkoşîna azadî û rizgarîyê bilindtir, geştir û xurttir bikin û roja serkevtinê nêzîktir bikin.
Di vê çarçoveyê da em bang, hêvî û daxwazên ji Kombûna Mezin derketî pêşkêşî bîr û rehîya navxweyî û cîhanê dikin:
KURD XWEDÎ DESTKEFTIYÊN BAŞÛR DERDIKEVIN
1. Navenda Rojhilatanavîn Kurdistan e û hêj jî kolonî ye, dagîrkirî ye û bindest e. Xelkê Kurd û kêmanîyên Kurdistanê dijî vî nîrê kolonyalîzmê têkoşîneke mezin didin û her diçe nêzîkî serkeftinê dibin. Bi taybetî ji destpêka sedsala 21’an de ve Kurd û Kurdistanîyan qedera xwe hilgirtine destê xwe û ber bi azadîyê ve diçin. Li Rojhilatanavîn prosesa şkandina statukoya kevnare bi serhildaneke xurt ya neteweyî ya Kurdistanî hatîye destpêkirin û di çarçoveya federal de jî be li parçeya Başûr destkeftek û îdareyeke neteweyî pêk hatîye ku hemû Kurd û Kurdistanî lê xwedî derdikevin. Ev prosese dom dike.
Li Rojhilat û Rojavaya Kurdistanê jî derfetên bidestxistina statuya neteweyî derketine pêş. Hemû Kurd û Kurdistanî divê li ser vê pêşketinê rawestin û encamên serkeftinê jê derbixin. Li Bakûr digel hemû şiddet û êrişkarîya dewleta Tirk bizava neteweyî di nav hemleyên xurt de ye û her diçe rejimê tengav dike. Zemînê statukoya kevnare êdî ji cih leqîyaye û mana wê ne mumkun e. Di serî de DYA û Yekitîya Ewrûpayê (YE) û hêz û dewletên dî ji bo berjewendîyên xwe mudaxilên aktîv in di vê prosesa guhertina Rojhilatanavîn de. Hêza esasî ya guhertina herêmê bizava rizgarîya Kurdistanê ye. Di zemînê guhorîna rejimên li navçeyê da hevparîyeke mînîmal heye di navbeyna dînamîkên Kurdistanî û hêzên navneteweyî de. Ev ji bo serkeftina bizava rizgarî û azadîya Kurdistanê xelekeke pozîtîf e û divê di navbeyna wan de alyaneseke demokratîk pêk bê. Ji bo pêkînana vê yêkê di serî de DYA, YE, NY (Neteweyên Yekbûyî) divê digel pêşeng û nunerên bizava Kurdistanî bi peymandarî li hev bên. Ev dewlet û hêzên navneteweyî divêt gelek aşkera bizanin, heta ku digel dînamîka Kurdistanî peymandar nebin nikarin bigihine xwezî û daxwazên xwe jî li navçeyê. Peymandarîya digel bizava azadî û rizgarîya Kurdistanê di berjewendîyên wan de ye jî ku ev her wisa ji alîyê norm û îdealên demokratîk, humanîter û etîk ve jî pêdivî ye. Kurd û Kurdistanî ji bo azadî û demokrasîyê têkoşînê didin. Ger hedefa van dînamîkên navneteweyî jî eve be hingê divê zûtirîn dem digel Kurdistanîyan hevpeyman bin û di nav enîyeke demokrasîyê da bi hev ra xebatê bikin. Hêzên demokrasîxwaz yên navçeyê jî divêt digel Kurdistanîyan hevçeper bin.
GIRÎNGIYA YEKITIYA NETEWEYÎ
2.Ji bo serkeftinê karê sereke yekitî û tifaqa navxweyî ye. Di serî de gelê Kurd û hemû dînamîkên Kurdistanê divêt di daxwaza azadî û rizgarîyê de li hev bên û di nav enîyeke neteweyî de hêzên xwe bi koordîne bi kar bînin. Ev tifaqa navxweyî dê garantîya bi destxistina piştevanîya dînamikên derve jî digel xwe bîne ku ev yek ji karên herî pêdivî ye. Ji bo vê yêkê jî, di gava ewil da hemû dînamîkên neteweyî û welatî divêt bi taybetî di çeperê dîplomasîyê da kar û xebatên xwe bi koordîne bi kar bînin û mekanîzmayeke hevpar ya dîplomasîyê organîze bikin û ji bo temsîlkarîya di NY, YE’yê û dem û dezgehên dî yên navneteweyî de dest bi kar bin.
JI BO DYA’YÊ HIŞYARIYA PREDATORAN
3. Kombûna Mezin ya KNKê daxwazê ji Kongre, Senato û Serokatîya Amerîkayê dike ku firotina firokeyên bê mirov, predatoran û sîlehên giran ji bo Tirkîyeyê bêne betalkirin ku ev bazara çek û çolên leşkerî xizmeta polîtîka demokratîzasyona li Rojhilatanavîn nake û dibe sedemê tehrîbatên mezin di navbeyna Kurdistanî û Amerîkayê de.
4.Di nav dagîrkerên Kurdistanê da dewleta Tirk di nav reftar û pozisyoneke herî xirabker de ye ku digel hemû tenakuzên xwe yên bi Îran û Sûrîyeyê re jî di pirsa şkandina bizava azadî û rizgarîya Kurdistanê da têkilîyên xwe bi rengekî koordînator didomîne ku Kurd li nav Îranê û Sûrîyeyê negihine mafên xwe yên rewa. Bi taybetî di aktuelbûna têkçûna rejima Sûrîyeyê û derketina îhtimala statuya Kurdan li Sûrîyeyê, hemû stratejîya xwe ji bo ku Kurd li nav Sûriyeyê nebine xwedî maf organîze kir. Ji ber vê yêkê divê beramberî leyiz û entrîkayên dewleta Tirk hişyardarîyeke bilind ya neteweyî hebe û her bi çi rengî be divê rê li ber dewleta Tirk bê girtin. Ji ber vê yêkê jî daxwazê ji hêzên neteweyî li Rojavaya Kurdistanê dikin ku yekitiya navxweyî xurttir bikin.
JI BO PARLEMENTOYA KURDAN BANGEWAZÎ
5.Daxwaz ji Parlementoya Kurdistana Federal tê kirin ku digel KNKê di nav têkilîyê de be û ji bo xurtkirina diyaloga neteweyî û herweha di çareserkirina pirs û pirsgirêkên navxweyî de bi hev re û bi koordîne kar bikin.
BANGA JI BO OCALAN
6.Kombûna Mezin di nav endîşe û nigeranîyeke mezin da ye ku ev ji deh mehan zêdetir e ku rewşa Rêberê KCK’ê birêz Ocalan ne diyar e û dewleta Tirk bi israr hevdîtinên digel wî asteng dike. Kombûna Mezin ya KNKê ji Kurd û Kurdistanîyan û herweha ji cîhana humanîter û demokratîk daxwazê dike ku di vî warî da di nav alarmê de bin û her bi çi rengî be fişarê bibine ser dewleta Tirk ku rewşa Ocalan bête zelal û aşkera kirin û tecrîda li ser wî bête rakirin û bê serbestkirin.
7.Di navbeyna bizava neteweyî li Bakur û dewleta Tirk da daku rê li ber pêkhatineke demokratîk vebe, heyeteke parlementerên Kurdistana Federal seredanîya Enqereyê bike û digel berpirsiyarên dewleta Tirk ji bo serbestîya Rêberê KCK’ê Ocalan û girtîyên polîtîk yên Kurdistanî di nav hewildanan de bin.
8.Kurdên dîasporayê di nav xwe de organîze bin û bi taybetî di warê zimanê Kurdî û perwerdeya bi zimanê Kurdî da aktîv bin, ji bo parastina etnîk orîjîna xwe, çandî û edetên xwe yên neteweyî zimanê xwe jînde bigirin û pêş ve bibin.”
Her 8 xalên di roja yekem 26’ê gulanê ya 12’emîn Civata KNK’ê de di bin sernava ‘Banga Neteweyî de hatibûn aşkerekirin wiha ne: 1.Li Rojhilatanavîn guhertineke demokratîk pêdivî ye û vê prosesê dest pê kirîye. Yek ji dînamîkên demokratîk li Rojhilatanavîn Kurd û Kurdistanî ne. Di serî de Dewletên Amerîka yên Yêkbûyî (DYA), Yêkitîya Ewrûpayê (YE) û hemû hêz û dewletên peywendîdar divê bizanin ku ev prosese bêyî Kurd û Kurdistanîyan ne mumkun e û divê digel wan dîrekt têkilî bê danîn û xwezî û daxwazên wan bê qeyd û şert bêne bicihanîn.
2.Rêxistina Neteweyên Yêkbûyî (NY), Yêkitîya Ewrûpayê (YE) û organîzasyonên dî yên navneteweyî divê cih bidine temsîlîyeta Kurd û Kurdistanîyan.
3.Kurd û Kurdistanî, ji bo bi destxistina mafên neteweyî û demokratîk û standina statuya polîtîk ya Kurdistanê û parastina destkeftên neteweyî seferber bin û dijî dagîrkeran di nav xwe da yêkdeng û yêk helwest bin.
4.Tirkîye, Îran, Sûrîye wekî dewlet mafên Kurd û Kurdistanîyan qebûl bikin, şiddet û operasyonên leşkerî, polîsî û dadgehî bi dawî bînin. Herweha îdamên ku ji aliyê rejima Iranê ve têne kirin lezînen bêne rawestandin. Bexda wekî hukûmet, daxwazên Kurdistana Federal yên makqanûnî qebûl bikin û bi cih bînin.
5.Tirkîye wekî dewlet, ji bo lihevhatineke maqûl ya demokratîk ya di navbeyna dewletê û Kurd û Kurdistanîyan da, di serî da rêberê KCK’ê Abdullah Ocalan û hemû girtîyên polîtîk bê qeyd û şert serbest bikin. Herweha Îran û Sûrîye jî girtîyên polîtîk berdin.
6.Yêkitîya neteweyî ya Kurdistanê xewna hemû Kurd û Kurdistanîyan e û ji bo pêkînana vê armanca mezin divêt hemû Kurd û Kurdistanî di nav hewildanê da bin. Em bihayekî mezin didine pêrabûnên her alî, rêxistin û şexsîyetên neteweyî yên di vî warî da. Lê belê ev prosese hind nazik û hessas e ku divêt bi sebir û gelek bi rêkûpêkî bête organîze kirin ku biçûk mezin çu dînamîkên neteweyî li derve nemînin. Di tesbîtkirina komîteya amadekar û kar û xebatên dê bêne kirin da divêt temsîlîyeta demokratîk û şeffafîyet hebe.
7.Bizava jinên Kurd û Kurdistanî her diçe pêşve diçe. Di vî warî da konferansa ku li Gulana îsal (2012) li Hewlêrê hatîye kirin, gaveke giring e û em piştevanîyeke germ li biryarên wê dikin û desteka xwe kivş dikin ku di pratîkê da bêne bi cih anîn.
8.Daxwazê ji Parlementoya Kurdistana Federal dikin ku ji bo ciwan û kesên Kurdistanî yên ku xwendina xwe li meydanên dîasporayê kirî, projeyên entegrasyonê û peydakirina kar û xebatê li Kurdistanê amade bikin û bi cih bînin. Herweha ji Parlementê daxwaz tê kirin ku bi baldarîyeke bilind polîtîk û pratîkên pêdivî yên parastina bi giştî xweza û jîngehê di warê qanûnî de pêk bînin. Di encam de ji Parlementê daxwaz tê kirin ku digel KNK’ê têkilîyeke berfireh pêkbînin û di pratîkê de bi cih bînin.”