KNK: Jenosîdê qebûl bikin û pêdiviyên wê bi cih bînin

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyenek nivîskî jenosîda 1915’an a li ser gelên Asûrî, Suryanî, Kildanî û Ermenî pêk hat şermezar kir. KNK’ê bang li dewleta Tirk kir ku qirkirinê qebûl bike û pêdiviyên wê jî bi cih bînin.

Imparatoriya Osmanî û hevkarên wan di sala 1915an de dijî gelên xwecihî yên Xiristiyan (Mesîhî) ku li erdnîgariya Mezopotamya û Anatoliya dijîn qirkirinek pêkanî. Di vê qirkirinê de milyon û nîvek kes hatin qetilkirin. Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanî (KNK) bi munasebeta 107’emîn salvegera jenosîdê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KNK’ê diyar kir ku di vê jenosîdê de hejmareke zêde Kurdên Êzidî jî hatin qetilkirin. 

KNK’ê daxuyand ku di vê qirkirinê de rêvebirên Cemiyeta Ittihat Teraki, çeteyên Teşkîlata Mexsûsa, Alayên Hemîdiyê û Artêşa Osmanî, li hemberî mirovahiyê sûc kirin. KNK’ê bi bîr xist ku gelê Ermenî û Asûrî-Suryanî-Kildanî, bi armanca ku bi dîrok û çanda wan ji holê bê rakin hatin qirkirin û ev qirkirin li dijî mirovahiyê sûcek e ku ne gengaze bê înkarkirin. 

BI BELGEYAN PIŞTRAST BÛYE

KNK’ê da zanî ku belgeya vê jenosîdê heye û wiha hate gotin: "Belgeya berçav û heqîqî hejmara kuştina ji milyonek û nîvan zêdetir mirovan e. Qeydên nufûsa Împaratoriya Osmaniyan jî vê rastiyê teyîd dikin. Ji gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî zêdetir ji nîv milyonê, ji gelê Ermenî jî di ser milyonekê mirov bi barbarî û bi rengên cuda û li cihên cuda hatin kuştin. Bi sed hezaran kes jî ji cih û warên wan, bi Qanûna Tehcîrê hatin surgun (mişext) kirin. Bi deh hezaran, piranî zarokên keç û jinên ciwan, hatin misilman kirin û bi awayekî xeyrî mirovî, bi zorê hatin zewicandin. Bi hezaran warên bicihbûnê, dêr û manastir, dibistan û pirtûkxane, kargeh hatin wêran kirin. Hejmareke ne diyar mal û milk û dewlemendî hatin desteser kirin û xesp kirin. Kuştin û birandina gelên Asûrî-Suryanî-Kildanî û Ermenî û wêrankirina wargeh û şopên çandî û dîrokî yên wan mubah hate ditin; bi bangên cîhadê û fermanan paksaziya etnîk û dînî hate kirin."

‘QIRKIRINÊ QEBÛL BIKE Û PÊDIVIYÊN WÊ JÎ BÎNE CIH‘

KNK’ê destnîşan kir ku Komara Tirkiyeyê ku mîratxwarê Imparatoriya Osmaniyan e, vê qirkirinê qebûl neke hingê dibe şirîkê vî sûcî û daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: "Bi munasebeta 107’emîn sala jenosîdê em bang li Komara Tirkiyeyê dikin ku qirkirinê qebûl bike û pêdiviyên wê jî bîne cih. 

Em wek KNK, jenosîda sala 1915an careke dî bi tundî şermizar dikin û daxwaz dikin ku ji aliyê tevahiya dem û dezgehên peywendîdar ve bê qebûlkirin."