Konseya Rêveber a KNK'ê ji ber wefata rojnamevan, nivîskar Huseyîn Narli peyameke sersaxiyê weşand.
Peyama KNK'ê wiha ye:
"Xebera xembar û dilsoj a wefata endamê KNK'ê yê berê Birêz Huseyin Narli, gihişte me û em bi vê yekê gelek xemgînin. Birêz Huseyin Narli, li Bakurê Kurdistanê li Mereşê û li gelek deverên welat di nava refên şoreşgeran de bû. Ji ber êriş û zextên dewleta Tirk, bi taybetÎ jî piştî komkujiya Mereşê, bi awayekî mecbûrî derket Ewropayê. Li Ewropayê jî cihê xwe di nava xebata rêxistinkirina bawermendên Elewî û xebata azadiya gelê Kurdistanê de girt. Weke nivîskarekî welatparêz jî, di gelek dezgehên ragihandinê de, bi gotin û bi qelema xwe xeta azadiyê parast. Birêz Huseyin Narli, weke nûnerê Tevgera Elewiyên Kurdistanê bû endamê KNK'ê û heta dawiya emrê xwe jî li ser xeta neteweyî meşiya.
Wefata nivîskar Narli, ji bo xebata welatparêzî û ji bo Tevgera Elewiyên Kurdistanê, windayiyek mezin e.
Em ji ber wefata Birêz Huseyin Narli gelek xemgînin, xemgîniya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em serxweşiyê didine hemî gelê Kurdistanê, bawemendên Elewî, xebatkarên şoreşê û malbatê.
Heval Huseyin, bila çavên te di şûnde nemînin, em ê li ser şopa te bimeşin, em ê axîn û wesyetên te pêk bînin."