KNK’ê Cejna Noelê pîroz kir

Konseya Rêvebir ya KNKê rojbûna Îsa Mesîh Cejna Noelê pîroz kir û got “Em hêvî dikin li her derê cîhanê ev roja pîroz bibe sebebê aştî, aramî, xêr û xweşîya mirovahîyê.”

Konseya Rêvebir ya KNKê bi peyameke nivîskî rojbûna Îsa Mesîh Cejna Noelê pîroz kir.

Di peyama KNK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Roja bûyîna Îsa Mesîh di cîhana Mesîhîyê da rojeke pîroz e. Bi vê armancê 25ê Kanûna Pêşîn wekî roja bûyîna Îsa Mesîh tê pîrozkirin. Rojên pîroz yên dînî, di hemû dînan da bi qîmet in, meqbûl in. Her dîn, van rojên xwe yên giring bi coş û şahî û seremonîyên mezin li nav xwe û perestgehên xwe de pîroz dikin.Li Kurdistanê nufûseke zêde ya bawermendên Îsa Mesîh û kitêba pîroz Incîlê hene û hevwelatîyên bi qedr û qîmet in. Di nav KNKê da jî hevwelatîyên Mesîhî têne temsîlkirin.

Cejna Noelê nêzikî 2000 salan li Kurdistanê tê pîrozkirin û bûye cejneke sereke ya welatê me.

Bi munasebeta vê roja pîroz, KNK di serî da Noela Mesîhîyên Kurdistanê û ya hemû Mesîhîyên dinyayê bi rêz û hezkirineke bilind pîroz dike. Em hêvî dikin li her derê cîhanê ev roja pîroz bibe sebebê aştî, aramî, xêr û xweşîya mirovahîyê.”