Konseya Rêvebir ya KNK’ê bi peyameke nivîskî Newroz pîroz kir.
Di peyama KNK’ê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di dîroka Kurdistanê de, her dem Newroz xwedî cihekî diyar e. Newroz roja berxwedanê ye, Newroz roja serkeftina li hember zulmê ye, Newroz cejna azadîyê ye. Newroz li ser bingehê têkoşîna dijî bindestîyê pêk hatîye. Dijî zulmê, koletîyê, dagîrkerîyê, kolonyalîzmê û her reng bindestîyê bûye sembola rizgarî û azadîyê.
Îro gelê Kurd, bi keda xwe ya salan û bi berdelên mezin, Newroz kirine şahîyeke mezin ya gelêrî û roja berxwedanê. Gelê Kurd, Newrozê li seranserê Kurdistanê û li meydanên dîasporayê dîsa her wekî naveroka wê ya dîrokî bi armanca rizgarî û azadîyê pîroz dikin. Kurdan, Newroz di têkoşîna xwe ya her alî da, li gundan, li bajaran, li zîndanan, li her cih û warên jîyanê de, Newroz kirine çeperê têkoşîna rizgarî û azadîyê. Her çend gelek miletên din yên herêmê jî, Newrozê weke cejna xwe dibînin û pîroz dikin, lê Kurdan bi berxwedan û tekoşîna salan naveroka Newrozê ya berxwedan û azadîyê ji nû ve derxistin holê û li Cihanê dane naskirin. Îro di asta navneteweyî de Newroz weke cejna gelê Kurd tê naskirin.
Li seranserê Kurdistanê agirê Newrozê îro gurtir e. Li başûr û rojavayê Kurdistanê bi rengekî fermî tê pîroz kirin. Li rojhilat û li bakurê Kurdistanê, dewleta Îranê û dewleta Tirkiyê hewl didin ku naveroka Newrozê pûç bikin û wê ji wateya wê dûr bixin. Lê li rojhilat û li bakurê Kurdistanê jî, li gel hemî astengîyên dagirkeran, disa jî Newroz bi wateya xwe tê pîroz kirin û agirê rizgarî û azadîyê gurtir tê hilkirin.
Bi Newrozê ve em dest bi saleke nû dikin. Sala derbazbûyî di hemî waran de bû salekî ya tekoşînê. Ji niha ve diyar e ku wê îsal jî bibe saleke têkoşînên mezin. Dijminên me, ji gelek alîyan ve êrîş dikin. Teybetî dewleta Tirk, jibo têkbirina hemî deskeftiyên gelê me, li Bakur, Başûr û Rojava di nava êrîşeke mezin de ne. Di şer û êrîşên xwe de normên hiqûqî û ehlaqî nas nakin. Sala derbazbûyî de ji 300 caran zêdetir çekên kîmyewî kar anîn. Dewleta Îranê jî mafên gelê me nas nake û bi hemî awayî gel û çalakvanên me dike hedef. Her çend statûyek fermî li başûrê Kurdistanê hebe jî, lê pirsgirêk berdewam in. Pirsgirêka deverên dabirayî nehatîye çareserkirin û rewşa van deveran ne baş e. Dijminên me ji bo lewazkirin û têkbirina statûya federal, li ser kar in û di nava dek û dolaban de ne. Li rojavayê Kurdistanê jî, dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk berdewam in. Rejîma Surî jî li derfetan digere. Dixwazin deskeftên gelê me yên li Rojava têk bibin. Tehdît û xeterîya DAIŞê jî berdewam e.
Ev rewş erk û wezîfeyên me jî diyar dike. Divê li hember hemî dagirkeran tedbîr bêne girtin, divê hêzên parastinê bêne xurtkirin, divê êrîşên dijminan bê şikênandin, divê deskeftiyên heyî bêne parastin û destkeftiyên nû bêne bi destxistin. Ji bo van hemîyan divê di serî de yekrêzîya di nav Kurdan de were avakirin û yekîtîya neteweyî bê xurtkirin. Divê em îsal bikin sala azadîyê. Em dibêjin dem dema azadîyê ye, dem dema serkeftinê ye, divê Newroz bi vê şîarê bê pîrozkirin.
Em Newrozê di vê rewşê de pêşwazî dikin. Em ê Newrozê weke wateya wê, bi ruhê berxwedanê pîroz bikin û bi şîara dem dema azadîyê ye, dem dema serkeftinê ye, pîroz bikin. Çi dibe bila bibe, em ê weke salan dakevin qadan û Newrozê bi rihê berxwedan û azadîyê pîroz bikin.
Di vê qonaxa giring ya pêvajoya tekoşîna rizgarî û azadîya Kurdistanê da, agirê Newrozê divê bibe ronahîyeke geş ya tifaq û yêkîtîya gel û neteweyê Kurdistanê.
KNK bi vê bîr û bawerîyê Newroza hemû Kurd û Kurdistanîyan bi dilgermîya neteweyî û niştimanî pîroz dike.
Bila Newroza 2022 î bibe çeperê yêkîtî û tifaqa navxweyî û serkevtinên mezintir.”