KJB: Berpirsê komkujiya Roboskê AKP ye
KJB: Berpirsê komkujiya Roboskê AKP ye
KJB: Berpirsê komkujiya Roboskê AKP ye
Koordînasyona KJB’ê der barê salvegera komkujiya Roboskê de daxuyaniyek da û got: “Berpirsê komkujiyê AKP ye. Berê faşîzma Tirk ya sipî a îttîhat-ı terekkî li Dêrsim, Zilan û Mereşê komkujiyên bi vî rengî pêk anîn û îro jî dewleta paralel, bi faşîzma kes ya hikûmeta AKP-Gulen li Geliyê Teyarê, Tel Aran, Tel Hasil, li Parîs, Geverê komkujiyan didomîne.
KJB’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku ew di duyemîn salvegera komkujiyên hêzên komkujî pêk anîne lanet dikin û hat gotin ku ew êşa malbatên zarokên xwe wendakirine û gelê kurd parve dikin.
Koordînasyona KJB’ê got ev êş li Kurdistana azad veguheriye berxwedaneke mezin û wiha got: “Em dikevin sêyemîn sala komkujiyê. Ev komkujiya li ber çavê hemû cîhanê pêk hat, hêj kujerên wê nehatine cezakirin û tên veşartin. Veşartina vê komkujiyê tê wateya pêkanîna komkujiyên din jî. Gelê kurd di seranserê dîrokê de her tim rastî komkujiyan hatiye.
Komkujiya Roboskê ji aliyê hêzên mêtînger û hêzên dewleta paralel ve pêk hatiye. AKP ya ku ji bo berjewendiyên xwe piştgirî daye van komkujiyan, di heman demê de rewa dîtiye. Ji ber vê jî berpirsê komkujiya Roboskê AKP ye. Berê faşîzma Tirk ya sipî a îttîhat-ı terekkî li Dêrsim, Zilan û Mereşê komkujiyên bi vî rengî pêk anîn û îro jî dewleta paralel, bi faşîzma kes ya hikûmeta AKP-Gulen li Geliyê Teyarê, Tel Aran, Tel Hasil, li Parîs, Geverê komkujiyan didomîne
KJB’ê da zanîn ku divê li bende dewletê neyê payîn ku komkujiyê ronî bike û got divê gelê kurd bi hêz û berxwedana xwe vê derbixe holê û got: “Divê gelê me li her çar parçeyên Kurdistanê berxwedaneke mezin nîşan bide. Divê gelê me û dostên me baş bizane ku dê ji bo hesabpirsînê serhildan bidomin.
Em bang li hemû gelê xwe dikin ku têkoşîna azadiyê bilind bikin.”