Kişanak: Li pişt komkujiya Roboskiyê Erdogan heye

Kişanak: Li pişt komkujiya Roboskiyê Erdogan heye

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak li ser geşedanên dawî yên Tirkiyeyê axivî û diyar kir ku, di dîroka siyaseta Tirkiyeyê de herî zêde di serdema hikûmeta AKP'ê de siyaseta bê ast pêş ketiye û wiha got: "Li pişt komkujiya Roboskiyê Serokwezir Erdogan heye. Di dîroka Komora Tirkiyeyê de Erdogan peyve herî bê ast û bê sinc bikar anîye. Erdogan bi vê gotinê li dijî kuştina 34 welatiyan bêterbiyeya herî mezin kiriye. Sînorê terbiye û sincê derbas kirine.

Kişanak, di koma BDP'ê de li ser daxuyaniyê û helwesta hikûmeta AKP'ê ya li hemberî komkujiya Roboskiyê û kuştan kurdan rawestiya. Kişanak, bal kişand ser welatiyên sivîl ên bi bombe, gule û êrîşên polîsan jiyana xwe ji dest didin û da destnîşan kir ku heta niha polîsek jî nehatiye darizandin û cezakirin. Kişanak li ser bikaranîna bombeyên gazê ya polîsan wiha got: "Îro li Yalovayê Çayan Birben bi bombeya gazê birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. Îro salvegera Metîn Lokumcu yê ku li dijî HES'ê derket û helwesta AKP'ê şermezar kir bi bombeya gazê hate qetilkirin. Ev hemû cînayet in. Heta niha li darazê ev cînaeytên bi bombeya gazê nehatine ronîkirin û polîs nehatine darizandin." Kişanak, da zanîn ku di nava hikûmetên Tirkiyeyê de hikûmeta AKP'ê hikûmeta herî zêde derewan dike, herî zêde li hemberî gel sûc dike, herî zêde mafên mirovan binpê dike, herî zêde despot û dirû ye û wiha axivî: "Bi qasî misqalekê qîmetê mirovan li cem hikûmetê tune. Ji ber ku li cem hikûmetê dewlet pîroz e û her tiştî ji bo dewletê ye."

'KARÊ AKP'Ê KUŞTIN, GIRTIN Û DEREWE'

Kişanak, da zanîn ku hikûmet dewlet bi xwe ye û wiha berdewam kir: "Em tenê ruyêwê yê bi bombe kuştin, binçavkirin, girtin û zorê dibînin. Me heta niha her tim li dijî vê zor û desthilatdariyê têkoşîn da û dê ji niha û şûnde jî em de li diji zilm û zordariyê têbikoşin."

Kişanak, destnîşan kir ku dewlet di bin desthilatdariya hikûmetê de ye û niha li gel zulmê dike û wiha axivî: "Serokê meclîsa Tirkiyeyê li hemberî hikûmetê teslîm bûye. Ger ku li welatekî Serokê Meclîsê bêje ez nikarim, tiştek di destê min de tune, wê demê hikûmet dîktatoriyê dike."

DI SERDEMA HIKÛMETA AKP'E DE POLÎSAN 53 WELATI KUŞT

Kişanak, bilêv kir ku dewlet di bin desthilatdariya Serokwezîr Erdogan de tê birêvekirin û niha rewatiya xwe winda kiriye. Kişanak, AKP şiband serdestiya Hîtlerê û wiha got: "Hîtler dixwest zordestî û serdestiyê li ser her tiştî bike. Niha hikûmeta AKP'ê jî heman tiştî dike. Daraza dewletê jî bi hukmê dewletê darizandinê dike. Li cem dewletê qîmetê welatiyan tune. Komkujiya Roboskiyê jî encama vê yekê ye. Divê ez ê bikujim û hesap jî nadim. Serokwezîr vê hişmendiya zordarî diparêze. Em dîsa ji Serokwezîr Erodgan dibêjin kujer li kune? Kê ferman da? 5 mehin dewlet çima bêdeng e? 5 meh in hikûmet û dewlet dixwaze ser komkujiyê bigire. Bila Erdogan edebiyatê nake. Bila hesab bide. 53 kes di serdema hikûmetê de bi gule, bombeyên polîsan di çalakiyan de hatin qetilkirin. Ka çima hesap nadin? Mehmet Uytun bi bombeya gazê hate qetilkirin. Çima kujer nehat darizandin. 14 tek bi bombeya gazê hatin qetilkirin. Hem dê hesap nedin hem jî dê edebiyata milet bike. Ev saltanat û serdestiyê ye. Li ser êşên dayikan siyasetê neke. Tu 10 salin li ser îxtîdarê ye. Te ji bo rawestandina şer çi kir?

'GOTINA ERDOGAN GOTINEK HERÎ BÊ TERBIYE YE'

Kişanak, da zanîn ku Erdogan bi gotina "BDP panpanokiyê miriyan e" gotina herî bê terbiye bê sinc bikar aniye.

Kişanak, destnîşan kir ku bi vê gotinê bêhurmetiya herî mezin li hembrî 34 welatiyên roboskiyê kiriye û wiha got: "Ne malbatên gerîla, ne jî malbatên meşkeran tu mafê nade Erdogan. Divê tu li ser êş û miriyan siyaset ê neke. Tu niha bêçareseriyê pêş dixe. Divê tu hesabê vê yekê bide gel. Ev qotina herî qirêj û bê sinc e. Ev qet nayê qebûl kirin." Kişanak, anî ziman ku Erdogan dixwaze kuştin, binçavkirintin serbest be û kes li hemberi vê yekê dengê xwe nake. Kişanak, destişan kir ku ew destûrê nade vê yekê. Kişanak ji her kesî xwest ku kesên bi wicdan û hestiyar divê li hemberî neheqiyê bêdeng nemînin. Kişanak, bang li kedkarên çapeeniye jî kir û xwest li hemberi neheqiyê bêdeng nemînin û rastiyan aşkere bike.

Kişanak, helbesta Sezaî Karakoç a "Bêdengî ne çareserî ye" xwend û xwest tu kes bêdeng nemîne.