Keştiya Îmralî du sal û pênc mehin ‘xerabeye’!
Keştiya Îmralî du sal û pênc mehin ‘xerabeye’!
Keştiya Îmralî du sal û pênc mehin ‘xerabeye’!
Di demekî ku hevdîtinên di navbera heyeta BDP’ê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de berdewam dikin de, Dozgeriya Komarê a Bursayê ji bo redkirina serlêdanên parêzeran hinceta ku nîşan dike nêzî du sal û nîve ne hatiye gûhertin.
Parêzerên Ocalan Rezan Sarican, Cengiz Yûrekli, Mazlum Dinç û Raziye Ozturk ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serlêdana Dozgeriya Komarê a Bursayê kiribûn, piştî serlêdan hate redkirin şûnde serlêdanan ku îro kiribûn dîsanî bersiva neyînî girtin. Ji parêzeran re hate ragehandin ku “keştî xerabeye” wê hevdîtin pêk neyê.
Parêzerên Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’ê heya niha hemû serlêdanên kirine bi hincetên cuda hatine red kirin.