KESK’ê û TUHAF-FED’ê serdana malbatên girtiyan kirin
KESK’î û TUHAD-FED’iyan serdana Nobeta Dadê ya malbatên girtiyan kirin.
KESK’î û TUHAD-FED’iyan serdana Nobeta Dadê ya malbatên girtiyan kirin.
Nobeta Dadê ya malbatên girtiyan ev 23 roj li Baroya Izmîrê didome. Îro Sekreterê dema berê ya KESK’ê Faysal Ozçîft û Nûnerê Mêrdînê yê TUHAD-FED’ê Mazlûm Koç îro serdana malbatan kirin.
Ozçîft bal kişande ser têkoşîna malbatên girtiyan, diyar kir têkoşîna wan têkoşîna herî biheq e a ji bo mafê miroan e û got, girtiyên nexweş nayên berdan û ew bi hêviya mirinê ve têne hiştin. Ozçîft diyar kir ev infaza bêdara e, mafê sereke yê jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin û got, ‘’Divê heqê jiyanê yê girtiyan wer naskirin. Tecrîda li girtîgehan sûcê mirovahiyê ye û divê were bidawîkirin.’’
Mazlûm Koç jî diyar kir ew piştevanê malbata in û got, ‘’Ji bo ku em tecrîda ku ji zindana Imraliyê dest pê kiriye û li ser hemû civakê hatiye berbelakirin bişkînin wê têkoşîna me bidome.’’