KESK, DÎSK, ÎHD: Fail AKP û Erdogan e
Serokên Giştî yên KESK, DÎSK û ÎHD bal kişandin ku ji komkujiya Enqereyê AKP û Erdogan berpirsin.
Serokên Giştî yên KESK, DÎSK û ÎHD bal kişandin ku ji komkujiya Enqereyê AKP û Erdogan berpirsin.
Serokên Giştî yên KESK, DÎSK û ÎHD bal kişandin ku ji komkujiya Enqereyê AKP û Erdogan berpirsin. Desnîşan kirin ku di komkujiyê de bi taybet korteja HDP’ê hate hedefgirtin, xwestin kesên aştîxwaz bikujin.
Serokên Giştî yên KESK, DÎSK û ÎHD bal kişandin ku ji komkujiya Enqereyê AKP û Erdogan berpirsin. Destnîşan kirin ku di komkujiyê de bi taybet korteja HDP’ê hate hedefgirtin, heman demê de xwestin kesên piştevaniya Kurdan dikin û aştîxwaz bikujin. Serokên Giştî diyar kirin ku wê têkoşîna xwe bidomînin.
Serokê Giştî yê KESK’ê Lamî Ozgen komkujî şermezar kir û da xuyakirin ku Qesr û hikûmeta AKP’ê bi israra polîtîkayên şer ve berpirsê vê komkujiyê ne.
Ozgen wiha axivî: “Hêzên demokrasî, kedkar û karker ên vî welatî wê ti carî serî netewînin û wê netirsin. Li hember polîtîkayên şer ên Hikûmet û Qesr dimeşîne, em ê bibêjin aştî niha, em ti carî dest ji parastina aştî, azadî, xwişktî û biratiyê bernadin. Em xwîna hevalên xwe li erdê nahêlin. Em ê van komkujiyana di pelên reş ên dîrokê de mahkûm bikin.”
Serokê Giştî yê DÎSK’ê Kanî Beko der bir ku piştî meşa vê sibê teqemenî pêk hatin. Beko axaftina xwe wiha domand: “Mîtînga me mîtîngek bi destûr e. Me rasterast ji Walî destûr girt. Ger mîtîngek bi destûr be, divê hikûmet li vir ewlehiyê pêk bîne. Di vir de zeîftiyek mezin a hikûmetê, walî, wezîrê karên hindir û îstîxbaratê heye.” Beko destnîşan kir ku taqemenî bi taybet li nuqteyên HDP’ê û partiyên sosyalîst pêk hatiye û dîsa bi bîr xist ku wê ev êrîşan, komkujiyan nikaribe wan ji alîgirtiya aştiyê, xwişktiyê û biratiyê dûr bixe.
Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan li cihê taqemiyê bi parêzeran re lêkolînan dike wiha axivî: “Ji du bombeyên zindî tê gûmankirin. Bombe li nuqteyên kombûyînê pêk hatin. Bombe di tam wextê ku korteja HDP’ê kombû hatiye teqandin. Bi taybet korteja HDP’ê hatiye hedefgirtin.” Turkdogan aşkere kir ku ev êrîşa li hember aştiyê êrîşek e û provokasyonek e, û wiha got: “Em kesên ku vê pêk anîne û ên li pê vê êrîşê lanet dikin.”