5 kesên ku piştî êrîşa bombeyî ya li dijî emniyeta navçeya Pinarbaşi ya Qeyseriyê hatibûn binçavkirin anîn Enqereyê.
Di çalakiya gêrîlayên HPG’ê ya li dijî emniyeta navçeya Pinarbaşi ya Qeyseriyê pêkanî û li gorî daxuyaniya HPG’ê gelek polîs mirîn, Muhittîn û Mahmût Denktaş, N.O û S.A. yên li navçeya Sûrûç ya Rihayê hatîn binçavkirin piştî karûbarên li emniyetê anîn Enqereyê. Piştî ku li ber deriyê edliyê di mînîbusê de rawestandin, kesên binçavkirî wê ji aliyê dozgerê komarê yê rayeya taybet ve bêne lêpirsîn kirin.