2 kesên bi navê N.O. û S. A. yên duh li Dîlokê hatin binçavkirin, bi hinceta têkiliya wan bi êrişa duh li dijî Midûriyeta Polîsan ya Pinarbaşi pêk hat heye, anîn Qeyseriyê.
Duh li dijî Midûriyeta Polîsan ya Pinarbaşi ya Qeyseriyê êrîş pêk hat û jê 2 polis bi tevahî 5 kes mirin.
Pişti lêkolînê hate diyarkirin ku maşîneya ku çalakî pêk aniye di 21'ê gulanê de li 9'emîn Notera Dîlokê hatiye firotin. Li ser vê yekê N.O yê 25 salî ku ji Rihayê û S.A. yê 35 salî hatin binçavkirin. 2 kesên hatin binçavkirin anîn Qeyseriyê.