Ergun Aslan ê ku xwest rê li ber êrîşa zayendî bigire hat qetilkirin
Li Navçeya Sûrê derket holê ku Ergun Aslan, ê xwest zarokekê ji êrîşa zayendî biparêze hatiye qetilkirin.
Li Navçeya Sûrê derket holê ku Ergun Aslan, ê xwest zarokekê ji êrîşa zayendî biparêze hatiye qetilkirin.
Li Navçeya Sûrê ya Amedê Ergun Aslan ê ku hat îdakirin ji ber wêneyê zarokê girtiye bi kêrê hatiye qetilkirin, derket holê ku ji ber xwestiye zarokê ji êrîşa zayendî biparêze hatiye qetilkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku zarokê jî di îfadeya xwe ya li gel pedegok de diyar kiriye ku kesê xwestiye wêneyê wê bigire ne Ergun Aslan e û yekî din e. Der barê bûyerê de 3 kes hatin destgîrkirin.