Kesê ku li ber meclîsê 'Toros' şewitand, hate girtin

Kesê bi navê M.E.F. ê ku li Enqereyê li ber Deriyê Çankayayê yê Meclîsa Tirkiyeyê agir berda wesayita xwe, bi sûcdariya 'Binpêkirina ewlekariya giştî' hate girtin.

Bûyer sibeha 19'ê Tebaxê li pêşberî Wezareta Karên Hundir rû da.

M.E.F. ku wesayita bi marka 'Toros' a bi rengê spî şewitand, piştî demeke kurt hate binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Enqereyê.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku gumanbar hatiye girtin û got, "Lêpirsîn bi hesasiyet dewam dike."

Wesayitên 'Toros' ên spî di salên 1990'î de li Kurdistanê di revandina mirovan a bi zorê û kuştina kiryarên nediyar ên JÎTEM'ê de dihatin bikaranîn û weke yek ji sembolên qirêj ên wê demê tê naskirin. Wesayitên Toros hîn jî dem bi dem weke gefxwarinê li hemberî Kurdan têne bilêvkirin.

Balkêş e ku bûyer di wê rojê de qewimî ku komîsyona li meclîsê wê li xizmên kesên di kuştinên kiryar nediyar de hatin qetilkirin û yên xizmên xwe winda kirine, guhdarî bikira.