Kemalbay ji Erdogan re pirsi: Tu ji çi ditirsî?

“Nobeta Wijdan û Edaletê” ya ku HDP’ê li Amedê dabû destpêkirin vê carê jî li Parka Yogûrtçû ya Kadikoyê ya Stenbolê bi civîna komê ya hefteyê hate destpêkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî ku li Amedê “Nobeta Wîjdan û Edaletê” ya di 25’ê Tîrmehê de dabû destpêkirin bi dawî kir, li Parka Yogûrtçû ya Kadikoya Stenbolê nobet da destpêkirin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay û parlamenterên HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu, Sirri Sureyya Onder, Nadîr Yildirim, Mîthat Sancar, Hişyar Ozsoy, Ayşe Acar Başaran, Berdan Ozturk, Erdal Ataş, Leyla Bîrlîk, Sîbel Yîgîtalp, Erol Dora, Îbrahîm Ayhan wê nobetê bigirin.

Piştî ku nûnerên partiyan û parlamenterên ku nobetê bigirin komcivîna HDP’ê dest pê kir. Di civînê de ewil Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu axivî. Kerestecîoglu wiha got: “Ev barîkat, ev dorpêç, astengiyên ku li hemberî me hatine derxistin. Şermezarkirin ne bes e. Em dizanin ku ger ev dorpêç nebe em ê bibin hezaran. Em ê vî çalakiyê 7 rojan bidomînin. Em ê bi hev re vî faşîzmê, vê dorpêçê hilweşînin. Ji ber ku em mafdar in ev barîkat danîne. Em ê teqez bi ser kevin.”

Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay jî piştre axivî. Kemalbay wiha got: “Yên ku dixwazin îro parlamentoyê kilît bikin em dibînin îro dixwazin kolanan jî kilît bikin. Lê nikarin têkoşîna me asteng bikin. Li Parka Yogûrtçû gelek têkoşîn hat dayîn. Ji bo berxwedana karkeran, berxwedana jinan, ji bo forûmên Geziyê malovanî kir. Ji ber vê yekê jî li vî parkê destpêkirina nobeta wîjdan û edaletê girîng e. Werin em bi hev re faşîzmê paş ve bixin.

‘STENBOL JI 7’Ê HEZÎRANÊ Û VIR VE BERSIVÊ DIDE WE!’

Kemalbay bal kişand li ser nobeta Amedê jî û wiha berdewam kir: “Ji nobeta ku me li Amedê da destpêkirin ewqas tirsiyan ku bi barîkatên hesin xwestin ji gel qut bikin. Hûn çima ditirsin HDP bi gel re bê cem hev. Erdogan li her derê mîtîngan li dar dixe. Lê dema ku HDP dibe mijar li hemberî me derdikevin. Dorpêç dikin. Piştre dibêjin gel naçe civînan. Em mereq dikin hûn piştî evqas derewan bi şev çawa radizên. Ev hewldan pûç e. Piştî 7’ê Hezîranê hûn çi dikin bikin vî gelî bersiv da we.”

‘EW Ê BI SER NEKEVIN’

Kemalbay got ku wan hemûyan di têkoşînê de bedel dane û wiha berdewam kir: “Heta ku faşîzmê bidin rawestandin, daxwaza gelên Tirkiyeyê ya azadî, aştî û demokrasiyê pêk bê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Kemalbay da zanîn ku nobeta li Amedê bi fedakariyeke bi dawî bûye û peyamên xwe dane niha jî ji bo bi hev re li Stenbolê rêyên têkoşînê pêş bixin hatine cem hev. Kemalbay wiha got: “Em ê dest bidin hev û bi hev re têbikoşin. Ev têkoşîna jinan, ciwanan, gelên Tirkiyeyê ye. Ji bo demokrasî bê vî welatî tê dikoşin. Mineta me li kesekî nîne. Li dijî yên ku dixwazin me bi birçîbûnê islah bikin em ê nanê xwe parve bikin. Heta ku em cîhaneke nû ava bikin em ê destên xwe bidin hev. Me dest bi berxwedaneke demdirêj kir.”