Kedkarê Modernîteya Demokratîk Şukru Çatalbaş jiyana xwe ji dest da
Kedkarê Kovara Modernîteya Demokratîk Şukru Çatalbaş ku demeke dirêj nexweşê kanserê bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Kedkarê Kovara Modernîteya Demokratîk Şukru Çatalbaş ku demeke dirêj nexweşê kanserê bû li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
Şukru Çatalbaş ku demeke dirêj di asta 4'emîn a nexweşiya kanserê de bû, li nexweşxaneya ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Komeleya Rojnamevan a Dîcle Firatê (DFG) li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal daxuyaniyek da û got, "Em bi xemgînî hîn bûn ku hempîşeyê me Şukru Çatalbaş jiyana xwe ji dest da ku salên dûr û dirêj li Kovara Modernîteya Demokratîk ked da. Bila rehma Xwedê li Çatalbaş be û em sersaxiyê ji malbata wî, xizm û hempîşeyên wî re dixwazin."
Cenazeyê Çatalbaş wê piştî merasîma li Mizgefta Mehmet Ata Paçali bê veşartin.