Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê (KE) Thorbjorn Jangland, diyar kir ku ew wekî konsey grevên birçîbûnê yên di girtîgehên li Tirkiyeyê de ji 12 îlon heta niha berdewam dikin, ji nêzve û bi baldarî dişopînin.
Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jangland têkildarî mijarê daxuyaniyek da ANF'ê. Jangland got: "Em çalakiya gireva birçîbûnê ya di girtîgehên Tirkiyeyê de û ya parlamenterên BDP'ê ji nêz ve û bi baldarî dişopînin." Di daxuyaniya ku ji aliyê berdevkê Jangland, Danîel Holtgen ve hatiye ragihandin de wiha hat gotin:
"Birêz sekreterê me yê giştî diyar kir ku piştî têkildarî mijarê lêkolîn û nirxandin bên kirin wê dayîna daxuyaniyê baştir be." Li ser pirsa "Bi aşkereyî ev gotina we tê çi wateyê?" jî Holtgen wiha got: "Komîsyona Ewropayê wekî sazî û sekreteriya giştî têkildarî mijarê bi Tirkiyeyê re di nava têkiliyê de ye.
Berdevk, destnîşan kir ji gelek rêyên cuda der barê grevên birçîbûnê de ew agahiyan digirin û ew wekî sekreteriya giştî van agahiyan dinirxînin. Her wiha Berdevk Holtgen da zanîn ku ger pêwîst be û li gorî pêvajoyê Sekreterê Giştî Thorbjorn Jangland wê li ser navê konseyê daxuyaniyek berfirehtir bide çapemeniyê.