Katalonya berbi ‘xweseriyê’ ve diçe, hikûmet dixwaze bibe asteng!
Katalonya berbi ‘xweseriyê’ ve diçe, hikûmet dixwaze bibe asteng!
Katalonya berbi ‘xweseriyê’ ve diçe, hikûmet dixwaze bibe asteng!
Serokê Katalonya Artur Mas li ser serxwebûna vê herêmê diyar kir ku wê di 9’ê Mijdara 2014’an de biçine referandumê. Hikûmeta Îspanya biryara asteng kirina projeya referandumê girt.
Serokê herêma Îspanya Katalonyayê ku xwedî xweseriye Artur Mas civînekî çapemeniyê li dar xist wiha got: “Hun dixwazin ku Katalonya bibe dewlet? Erê yan Ne? weke pirsiyara yekem. Ger bersiv ‘erê’ be, pirsa duwem ‘Hun serxwebona vê dewletê dixwazin?’.” Hikûmeta Îspanya di kêliyê de nerazîbûn nîşanî vê daxuyaniyê da û ragehand ku wê referendum çênebe.
Li herêma Katalonya bi teybetî di sala dawî dengê serxwebonê zêde bilind dibin. Serokê Nîştîmanî Artur Mas got ku çep girt jî dinav de bi dengên zêde yên pêkhateyên parlementoyê li ser referandumê hevhatin pêk anîne.
Mas got ku ji hefteyên pêşiya me şûnde wê dest bi rêxistinkirina xebatên parlementoya Katalonya bike.
Hev herêma dewlemend ku li bakurê Îspanya ye bi salane bûye jêdera herî mezin a aboriya welat. Îro di bin krîza deynan a herî giran de tê binpê kirin.