Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Hasîp Kaplan, gotinên Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ên dun di kongerya Stenbolê de yên têkildarî BDP'ê de gotin bi tundî rexne kir û wiha got: "Serokwezîr duh li Arenayê muxalefta hesabê komkujiya Qilabanê dike bi wayeke ne di rê de rexne kir û gelê kurd dijmin îlan kir. Divê komkujiya Qilabanê bê zelalkirin"
Wekîlên Serokê Koma BDP'ê Pervîn Buldan û Hasîp Kaplan, têkildarî gotinên Serokwezîr Tayyîp Erdogan ên li dijî BDP'ê û wekîlên BDP'ê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xistin.
Buldan, diyar kir ku hefteyek berê di civîna çapemeniyê de li ser pirsa têkildarî revandina rêveberên AKP'ê de wiha gotibû, "Di demên şer de tiştên wisa pêk tên. Lê em tu caran alîgirên kuştinê nîn in" û wiha got: "Serokwezîr ji gotinên min hinek peyv girtin û li gorî usluba xwe bersiv da. Serokwezîr ji wateya heskirina miriyan re li hev tê. Em weke BDP tu caran naxwazin li ser vê erdnîgariyê xwîn bê rijandin û welatiyên me jiyana xwe ji dest bidin. Em ji bo vê yekê her tim têkoşîn da. Em her tim got 'kesên di mirin zarokên me ne. Me cudahî nexist navbera wan. Êşên li ser vê erdnîgariyê kezeba me dişewitînen e'"
Buldan, anî ziman ku Serokwezîr Erdogan kesên polîtîkayên şer pêk naynin, ji xwe re hedef girtin û wiha axivî: "Ev vê yekê zelal dibêjin. Kesên li hemberî wan serî netewînin hedef digirin. 2 roj in bi heman uslubê êrîşê li me dike." Buldan, da zanîn ku ew dizane mirin ji bo wê tê çi wateyê û wiha pê de çû: "Min hevserê xwe winda kir. Ji ber wê yekê Serokwezîr mirinê ji min baştir nizane. Serokwezîr mirin tê çi wateyê, zarokên sêwî çawa tên mezininkirin ji min baştir nizane. Ji ber vê yekê ji bo ev şer bi dawî bibe ez têdikoşim. Ez naxwazin tu kes jiyana xwe ji dest bide. Ez dê her tim têkoşîna vê yekê bidim. Serokwezîr dixwaze me bêdeng bike. Divê serokwezîr dest ji vê uslubê berde."
ROBOSKÎ BÛ KABUSÊ ERDOGAN
Kaplan jî diyar kir ku Serokwezîr Erdogan ê ku "ket arenayê" êrîş li hemû kesî kir û wiha got: "Serokwezîrê tehmulê li hemberî capemeniyê neyîne encax li Tirkiyeyê heye. Tehemula wî li hemberî muxalefetê nîn e. Li Arenayê êrîş ji mexalefetê hesaba komkujiya Qilabanê dipirse kir. Serokwezîr gelê kurd dijmin îlan kir. Divê komkujiya Qilabanê bê zelalkirin. Tu dê hem li ser serê vê komkujiyê bin û hej jî ji berpirsiyarê birevî. Kesên jiyana xwe ji dest dan dê li pey serokwezîr bin û heta dad tê cih. Serokwezîr di dada neteweyî de dibêje 'ez dê biçirînim' lê dada navneteweyî nafikire. Ya dilê wî diteqîne û ditirsîn e ew e. Sedema qiyametê derdixe ew e. Komkujiya Qilsbanê kabusê Serokwezîr e."
‘REWŞA ERDOGAN NE BAŞ E’
Kaplan, anî ziman ku Serokwezîr Erdogan xwedî kesayetekî enteresan e û wiha axivî: "Di kurtajê de weke papa dê biaxive, di sezaryanê de şaş dike xwe wekî xelîfe dibîne. Rewşaderûnî y a serokwezîr ne baş e. Heke ev gotin hêzeke bê kontrol be ji aştiyê re na ji şer re xizmetê dike. Ez zimenek pevçûnê ye. Ev zimanê gel bi hev û dû bide şikandin e. Em hişyariyê dikin. Dest ji vî zimanî berde."