Kaplan: Em dikarin zanîngehên mînak ava bikin
Kaplan: Em dikarin zanîngehên mînak ava bikin
Kaplan: Em dikarin zanîngehên mînak ava bikin
Parlamenterê BDP’ê Hasîp Kaplan da zanîn ku neyîniyên aborî pirsgirêkên xwendekaran zêde dike û got: “Serokwezîr dibêje 3 zarokan çêbikin. Ji ber vê jî neçare her sê zarokan li sê yurdan bicih bike.” Kaplan da zanîn ku înşalah ew dê rêveberiyên herêmî bi hêz bikin û zanîngehên di bernameyên wan de cih digirin hem bi saya rêveberiyên herêmî û hem jî saya gelek kesên alîkariyê didin wan dê zanîngehên mînak ava bikin. Kaplan di beşeke axaftina xwe de got: “Ez ji Birêz Ahmet Turk re pêşniyar dikim ku zanîngeha Weqfê ava bike.”
Kaplan di lijneya Giştî ya Meclisê de axivî û diyar kir ku ji sala 2007’an heta herî zêde serlêdanên bo kar, yurd, kredî, kursê ji bo wî hatine kirin.
Kaplan wiha got: “Tiştekî balkêşe. Ger em vê hejmarê baş binirxînin divê em baş li vî wêneyî binêrin. Îsal 877 hezar û 784 xwendekarî zanîngeh qezenckiriye. Bi van re bû 3 mîlyon xwendekarên me. Lê di 347 yurdî de 310 hezar xwendekar dimîne. 3 mîlyon xwendekarên me hene. 310 hezar kes li yurdan dimîne. Yanî ji sedî 10. Ev rewş jî bê guman berê xwendekaran dide aliyên din yên wekê cemaat, kirêkirina xaniyan, têkiliya bi kesên din. 3 xwişk û bira dixwînin. Hersê hatin cem mn. Ji bo yurdê hatin cem min. Bavê wan bi heqdestê asgarî dixebitin. Pereyê ku digirt navbera 700- 1.000 TL bû. Serokwezîr jî radibe dibêje 3 zarokan çêbikin. Wê demê serokwezîr neçare van her sêyan li yurdan bicih bike. Dibêjin li 81 bajarî zanîngehê me hene û pesnê xwe didin. Lê zanîngehên bingehên wan tune. Binêrin li gelek bajaran kampusên tên çêkirin temam nabin. TOKÎ li Şirnexê înşata yurdeke ku 500 kesî digire girtiye. Tenê li Şirnexê ji 5 hezarî zêdetir xwendekar hebe, ev dê bendewariyê neyne cih.
Kaplan bi lêv kir ku ciwanên zanîngehê di şertên zehmet de ne û got: “Li Yurdan çi dijîn. Xwarinên ku didin wan çawane. Me bi girtîgehan re anîn cem hev. Xwendekar li Yurdan ji bo xwarinan 4 lîra didin. li girtîgehan jî 3 lîra didin. Niha tu ferq navbera girtîgehê û kampusan de tune.”
Kaplan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ez ji Birêz Ahmet Turk re pêşniyar dikim ku zanîngeha weqfê ava bike. Her kesî ava kir. Avakirina Zanîngeha Weqfê pir hêsane. Dewlet divê qada ji bo kampusê bide, lê 62 zanîngehên weqfê hene lê yurdên xwendekaran tune. Baldar bin yurdên xwendekaran tune, diçin ku derê?
Kaplan destnîşan kir ku ew înşallah dê rêveberiyê herêmî bi hêz bikin û zanîngehên di bernameya me de hene dê bi saya rêveberiyên herêmî û saya gelek kesan zanîngehên mînak bên avakirin.