Kadîr Înanir kirin çavdêriya awarte
Hunermendê sînameyê Kadîr Înanir duh şev ne rehet bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Piştî destwerdana ewil wî kirin beşa çavdêriya awarte.
Hunermendê sînameyê Kadîr Înanir duh şev ne rehet bû û ew rakirin nexweşxaneyê. Piştî destwerdana ewil wî kirin beşa çavdêriya awarte.
Rewşa hunermendê sînameyê Kadîr Înanir duh şev ji nişka ve giran bû û ew rakirin nexweşxaneyeke li Beşîktaşê. Hate diyarkirin ku ji ber sarmayê mêlakên Înanir enfeksîyonê girtiye. Hate hînbûn ku piştî ku li nexweşxaneyê destwerdana ewil a Înanir hate kirin, ji aliyê bijîşkan ve hate kontrolkirin û ew kirin beşa çavdêriya awarte.
Kadîr Înanir ev demek dirêj e bi pirsgirêkên tenduristiyê re têdikoşe. Lîstîkvanê hoste Înanir ku di sala 2024'an de ji ber xwin çûbû mejiyê wî di çavdêriya awarte de hatibû dermankirin, piştî bi mehan ji nexweşxaneyê hatibû derxistin.