Kabayel: Divê Elewî xwedî li erdnîgariya xwe derkevin

Hevseroka FEDA’ye Huriye Kabayel diyar kir ku, piştî erdheja ku navenda wê Mereş Bazarcix û Elbîstan e, dewleta Tirk ji bo koçberkirina Elewiyan polîtîkayên taybet dimeşîne û got ku divê civaka Elewî bi awayekî rêxistinbûyî tevbigere.

Di ser erdheja ku navenda wê Mereş Bazarcix û Elbîstanê pêk hat û li gelek bajarên Kurdistanê bandor kir, 2 hefte derbas bûn. Li gorî daneyên fermî zêdeyî 44 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane û bi deh hezaran kes jî birîndar bûne. Di dema ku civak hewl dida birînên erdheja ku bandoreke neyînî li milyonan mirov kir bipêçin, dewleta Tirk li maseyên krîzê yên ji bo erdhejê hatibûn avakirin qeyûm tayîn kir û alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê hatibûn şandin, desteser kir.

Hevseroka Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) Huriye Kabayel têkildarî polîtîkayên ku li dijî herêmên ku piranî Elewî lê dijîn, bi taybetî Mereş axivî û divê çi bê kirin ji ANF’ê re nirxand.

Kabayel, kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û ji birîndaran re jî şîfaya lezgîn xwest û got, “Bi vê erdhejê re me polîtîkaya dewletê ya tinekirina Elewiyan bi awayekî sistematîk dît. Divê gelê me yê Elewî jî wan bibîne. Divê em xwedî li xwe derkevin. Elewî her tim ji bo parastina xwe berê xwe dane çiyê. Li cihê ku ez mezin bûm, li gundan Elewî heta îro xwe bi vî rengî parastine. Ev pêvajoyeke şer e. Ji ber ku timî hatî bombebarankirin, erdnîgarî rastî wêraniyeke mezin hat. Ji ber ku bi erdnîgarî hat lîstin ev karesat hat serê me. Û bû sedem gelek kes jiyana xwe ji dest bidin. Dewlet çawa ku neçû herêma erdhejê û alîkarî neda, destûr neda gel jî xwe bigihîne wir. Li hemû bajaran rewşa awarte ragihand.

JI NIHA VE DEST DANÎNE SER MAL Û MILKÊN GEL

Kabayel bal kişand ser îdiayên ku dibêjin piştî cih û warên Elewiyan bên valakirin wê îslamîstên selefî yên sunnî bi taybetî jî li gundên Elewiyan bên bicihkirin wiha axivî, “Weke ku her kes dizane Elewiyên Mereşê bi awayekî sîstematîk rastî polîtîkayên şer ên dewletê tên. Ew erdnîgarî hewl tê dayîn bê valakirin. Ev yek ji sala 1980’î ve pir bi pergal tê kirin. Li herêma me, li navenda Terolarê kamp ji bo endamên DAÎŞ’ê ava kirin. Armanca wan ew bû ku Elewiyên li wê herêmê dijîn koçber bikin. Dewleta Tirk berê jî ev polîtîka plan kiribû, niha jî bi vê erdhejê dixwaze bigihêje armanca xwe. Ji niha ve dest danîn ser mal û milkên gel. Ewlehiya mirovan li wir tune ye. Ji sala 1980’î ve li erdnîgariya Mereşê ev polîtîka di meriyetê de ye. Lê mixabin mijara ku me xemgîn dike, hêj jî gelek kes ne di ferqa vê yekê de ne. Ger haya me weke gelê Elewî ji van hebûya, em ê hîn bêhtir bi rêxistin bibûna. Me di vê erdhejê de dît ku, her çend em xwedî li erdnîgariya xwe dertên jî, rêxistinbûna me tune. Me ew kêmasî dît.”

DIVÊ CIVAKA ELEWÎ YA LI EWROPAYÊ BI GELÊ ME YÊ LI HERÊMÊ RE DI NAVA PIŞTEVANIYÊ DE BE

Hevseroka FEDA’yê Huriye Kabayel, anî ziman ku di pêşengiya FEDA û MARDEF’ê de ji bo mexdûrên erdhejê kampanyayên mezin tên meşandin û wiha berdewam kir, “Wek ku min berê jî gotibû, gelê me ne tenê li Mereş, li hemû erdnîgariya Elewiyan xwedî derketin. Ew kampanya berdewam dikin. Her wiha em ji bo gelê xwe, bi gelek sazî-rêxistin re di nava diyalogê de ne. Em hewl didin ku li cihên ku xeta erdhejê derbas nabe avahiyên bi ewle çêbikin û ji bo ku ew gel careke din li wir bi cih bibin tedbîrên pêwîst bigirin.

Ji bo gelê me erdnîgarî, ax û çanda xwe biparêze, çi ji destê me tê em hewl didin bikin. Hêvî dikim ku em van projeyan pêk bînin. Weke civaka Elewî ya li Ewropayê ji bo parastina çanda xwe divê em bi gelê xwe re bibin yek. Bi taybetî di warê aborî de divê em hevgirtinê nîşan bidin.”